Şiyar Ayaz wê ji bo albûma xwe ya nû ya bi navê "Xewnger" li Amedê konserekê bire. Albûma Ayazî di dawiya sala 2021ê de hatibû weşandin. Di albûmê de 8 stran hene ku yek ji wan enstrumantal e. Stran bi şêweya popê hatine amadekirin û bi newayên caz, elektronîk û rockê hatine xemilandin.
Ayazî di Nîsana 2021ê de dest bi xebatên vê albûmê kiriye û ji bo wê jî rockbêj Harûn Elkiyî piştgirî daye wî. Şiyar Ayaz di albûmê de strana Elkiyî ya bi navê "Karxezal" jî bi şêweye û performanseke nû straye. Ayazî strana rockê ya Elkiyî bi forma elektronîk swingê amade kiriye.
Hunermendî klîba yekem jî ji bo strana "Xewnger" kişandiye ku navê xwe daye albûmê jî. Strana "Rojbûna Te Pîroz Be" gotin û muzîk ya Şiyar Ayaz e. Melek Meng Ayazê di albûmê de av stran straye.
Şiyar Ayazî helbesta Arjen Ariyî ya bi navê "Bê Dînim, Îman Berdayî" bi navê "Berdayî" kiriye stran û di albûmê de weşandiye. Di albûmê de her weha Jan Med, Bîlal Nergîz, Kadîr Ozbek û Melek Meng Ayazê jî gotinên hin stranan nivîsandine.
Konsera Şiyar Ayazî wî 25ê Adarê li Amedê, li Papilon Cafeyê pêk were.
Derbarê Şiyar Ayazî de
Şiyar Ayazî di sala 2012 de Konservatuar a Zanîngeh a Ege' yê di beşa Perwerde ya Deng xelas kir. 2008'an de solo sîngle a yekem "Egîd" weşandiye. Single-a duyem jî ber straneke hunermend İlkay Akkayayê çêkiriye. Ayazî strana Akkayê ya bi navê "Çû" wergerandiye kurdî û bi şîroveyeke nû di sala 2020an de weşandiye. Her weha bi çendîn xebatên din ên muzîkê de cih girtiye. Ev deh salin dersdariya muzîkê dike. (FD)