Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Halê sansûrkirî yê fîlma Blade Runner 2049ê li Tirkiyeyê hat weşandin, Komeleya Sînemanivîsan(SIYAD) nameyek ji çêkera fîlmê, Sony Pîctûresê re nivîsî û nerazîbûna xwe eşkere kir.
SIYADê bi nameyê eşkere kir “otosansûr heqareteka li temaşevanên sînemayê yên li Tirkiyeyê ne. “
SIYADê da zanîn dîyardeya “rêza li çandên herêmî” hêcetek ji bo sansûrê ye.
Sînemanivîsan xwest çêkerên fîlmê lêborîna xwe demildest bixwaze û dest ji vê xeletiyê berde.
(YY/MB)