Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Erebistana Siûdiyê piştrast kiriye ku rojnamegr Cemal Kaşikçi hatiye kuştin. Kaşikçi 2ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) piştî çûbû konsolxaneyê winda bûbû.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdiyê ragihandiye ku rojnameger Cemal Kaşikçi, li konsolxaneyê di dema xirecirekê de miriye.
Li gorî nûçeya ku ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdiyê (SPA) ragihandiye, di encama tehqîqata ku Serdozgeriya Erebistana Siûdiyê de derketiye holê ku Cemal Kaşikçi çûye Konsolxaneya li Stenbolê û li vir “bi hin welatiyên Siûdiyê re nîqaş kiriye. Di dema xirecirê de ketiye û di encama wê de Kaşikçi miriye.”
18 kes hatine girtin
Serdozgerê Siûdiyê, diyar kiriye ku tehqîqata derbarê dosyayê de berdewam dike û 18 welatiyên Erebistana Siûdiyê hatine girtin.
Li gorî daxuyaniya ku ajansê ragihandiye, “Mirnişînî ji ber rewşê gelekî xemgîn e”. Navê kesên ku hatine girtin nehatiye aşkerekirin.
Çi bûbû?
Ji 2yê Çiriya Pêşiyê saet 13.00ê û vir ve ti agahî ji Cemal Kaşikçiyî nayê wergirtin ku di wê demê de çûye Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê.
28ê Îlonê ji Kaşikçiyî re hatiye gotin ku “kaxizên te ne amade ne” û jê xwestine ku 2yê Çiriya Pêşiyê dîsa here Konsolxaneyê.
Dîmenên ku dema Kaşikçi dikeve Konsolxaneyê duh di rojnameya Washington Postê de hatibû belavkirin.
Ji bilî Reutersê û rojnamegerên ji Tirkiyeyê, Tûran Kişlakçi Serokê Komeleya Medyaya Tirkan û Ereban jî îdia kirine ku Kaşikçi hatiye kuştin û cesedê wî ji avahiya Konsolxaneyê hatiye derêxistin.
Di vê navberê de ji bo lêpirsîna edlî li Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê bişopîne, Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, erk daye wekîlekekî serdozgeriyê û dozgerekî komarî. (HA/FD)