Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sîsê Bîngola 85 salî, girtiya nexweş, duh (4ê Adara 2019ê) tehliye bûye ku ji sala 2017ê û vir ve girtî ye.
Sîsê Bîngol ji ber ku dema divê di girtîgehê de bima qedandiye û tehliye bûye. Bi tohmeta ku “bi zanebûn û bi bi dilê xwe alîkariya rêxistinê” kiriye 4 sal û 2 meh cezayê girtinê lê hatibû birîn.
Parêzera wê Gulşen Ozbekê, ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî ye û gotiye Bîngol “Tehliyeya wê bimerc e û dê pêşiyê wê bibin Girtîgeha Vekirî ya Karataşê, paşê jî wê serbest bimîne”.
“Bi zanebûnî û bi dilê xwe...”
Sise Bingol di 6ê Nîsana 2016ê de hatiye desteserkirin û paşê hatiye girtin. Dadgehê bi sûcê “bi zanebûnî û bi dilê xwe alîkarîdana rêxistinê” 4 sal û 2 meh cezayê girtinê daye Bingolê.
Sise Bingol li Girtîgeha Mûşê ya Tîpa Eyê girtî bû. Bêyî ku malbata wê bê agehdarkirin di 4ê Çiriya Pêşiyê de ji bo Girtîgeha Tarsûsê hatiye şandin.
Bixwîne- “Girtiya nexweş a 85 salî ji ber çi nayê tehliyekirin?”
Piştre Dadgeha Îstinafê ya Herêmî ya Erzîromê 4 sal û 2 meh cezaya Bîngolê pesend kiriye. Di Nîsana 2017an de Bîngol carekîn din hatiye girtin û berê ew ji bo Girtîgeha Tîpa Eyê ya Mûşê hatiye şandin û piştre dişînin Girtîgeha Cureya T'yê ya Tarsûsê.
Bixwîne- Ji bo Sise Bingol serbest bibe kampanya hatiye dest pê kirin
Li gor rapora Komeleya Mafên Mirovan, 1025 nexweş di girtîgehan de ne, rewşa nexweşiya 357 nexweşan ne baş e. (HK/FD)