Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Kanada dê gotinên zayendparêzane ji sirûda xwe ya neteweyî derbêxe.
Parlamentoya Kanadayê bi 219 dengên erênî û 79 dengên neyînî, biryar da ku gotinên zayendparêzane ji sirûda neteweyî rake.
Gotinên wek “True patriot love in all thy sons command” (Hestên neteweperwer ên hemî kurên me dê serdest bin) bi vî awayî hat guhertin:
“True patriot love in all of us command” ( Hestên neteweperwer ên me hemîyan dê serdest bin.)
Senatoya Kanadayê jî dê li ser biryara parlamentoyê dengan bide.
Justin Trudeauyê serokwezîr li hesabê xwe yê Twitterê diyar kiriye ku ew gelek pê serbilind e ku wan li ser vê mijarê dest bi dengdanê kirine.
Sirûda neteweyî ya bi navê ‘’Ew Kanada’’ li sala 1980 bûye sirûda neteweyî.
Li destpêkê li şûna gotinên ‘’kurên me’’ gotinên ‘’em hemî’’ dihat bi kar anîn, lê piştî Şerê Cîhanê yê yekê ew gotin hatine guhertin.
Li sala 2010ê pêşniyara bêzayendkirinê nehatiye qebûlkirin. Li gor Rojnameya Guardianê ji nationalanthems.info-yê nivîsî şirûşta herî mêrperest ya Îtalyanan e. (ÇT/MB)