Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û sîmaneger Sirri Sureyya Onderî ji bo dersder Nûriye Gulmen û Semîh Ozakçayî kurtefilmek kişand bi daxwaza vegera karên xwe 148 roj in di greva birçîbûnê de ne û hatine girtin.
Senaryo ji hêla Tûfan Taştanî ve hatiye nivîsandin û navê filmî jî “Dijî” ye. Di film de behsa wî tiştî tê kirin ku Gulmen û Ozakça her şev ji hêla gardiyanan ve bi pirsa “Tu dijî?” tên hişyarkirin.
Sirri Sureyya Onderî derbarê film de ji Gazete Duvarê re axivî. Onderî diyar kir ku, hişyarkirin û kontrolkirina Gulmen û Ozakçayî bandoreke mezin li ser wî kiriye û got:
“Di demeke gelekî kurt de, bi amadekariya di nîvrojê de bi tevkariya mirovên dilxwaz û amator û ya Civaka Sînemayê ya Mezopotamyayê re me ev kurtefilm kişand. Ji bo ku balê bikişînin ser vê bûyerê û bi taybetî hunermend û rewşenbir seferber bibin me berhemeke wiha çêkir.”
Çi bûbû?
Nûriye Gûlmena Akdemîsyen û Semîh Ozakçayê dersdêr bi Biryarnameyên di Himê Qanûnan de ji karê wan hatin avêtin.
Nûriye Gûlmenê li Zanîngeha Selçûkî wek lêkolîner kar dikir. Bi Lêpirsîna FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) ew ji karê wê hat avêtin.
Semîh Ozakça, li Navçeya Çiyayê Mazî dersdêrek bû. Ew bi sûcê “têkiliya digel rêxistinên terorî an jî rêxistinên ku Lijneya Ewlehiya Neteweyî ew li dijî ewlehiya neteweyê dîtî” ji karê wî hat avêtin.
Gûlmen di 9ê Çiriya Paşiyê de, Ozakça jî di 23yê Çiriya Paşiyê de li Enqereyê li ber Monomentê Mafên Mirovan dest bi xwenîşandanê kiriye. Ew di 9ê Adarê de hatin desteserkirin. Wan di dema desteserkirinê de dest bi greva birçîbûnê kir. (EKN/FD)