Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li ser biryara Dadgeha Destûrî, 26em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara tehliyekirina Sirri Sureyya Onder, Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daye û Onder ji girtîgehê derketiye.
Bixwîne - Dadgeha Destûrî: Mafê azadiya xweîfadekirina Sirri Sureyya Onderî hatiye binpêkirin
Keça Onderî ew li ber deriyê Girtîgeha Kandirayê pêşwazî kiriye ku ji Kanûna Pêşiyê ya 2018ê û vir ve girtî bû.
Dadgeha Destûrî duh biryar dabû ku “mafê azadiya xweîfadekirinê” yê Onderî hatiye binpêkirin. Duh çavlirê bû ku Onder bê tehliyekirin. Lê bicih nehatibû.
Çi bûbû?
Ji ber axavtinên wî yên di dema Newroza 2013ê de doz li Sirri Sureyya Onder, parlamenterê berê yê Enqereyê û li Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) doz hatibû vekirin.
26em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di 7ê Îlona 2018ê de 4 sal û 8 meh cezayê girtinê li Demîrtaşî, 3 sal û 6 meh cezayê girtinê jî li Onderî birîbû.
2yem Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyên Herêmî ya Stenbolê ev biryar di 4ê Kanûna Pêşiyê ya 2018ê de pesend kiribû. Onder di 6ê Kanûna Pêşiyê ya 2018ê de hatibû girtin û ew şandibûn girtîgehê. (PT/FD)