Hilberînerê sîstemên ragihandina bêtêl Gold Apollo ku navenda wê li Taywanê ye, derbarê amûrên ragihandinê yên bêtêl yên ku di teqînên li Lubnanê de hatine bikaranîn de daxuyaniyek da.
Li gorî nûçeya Reutersê, damezrîner û serokê Gold Apolloyê, Hsu Ching-kuang diyar kir ku amûrên ragihandinê ji aliyê şîrketa bi navê BACê ve têne çêkirin ku xwediyê destûrnameya bikaranîna marqeyê ne. Wan ew amûrana çênekirine.
Şirketa Gold Apolloyê ya ku navenda wê li Taywanê ye, diyar kir cîhazên ku li Libnanê ser gelek endamên Hizbulahê hatin teqandin wan bi xwe çênekirine û bal kişand ser şirketa bi navê "BAC"ê ku wan lîsansa marqeyê dayê.
Gold Apolloyê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, di çêkirina cîhazên ragihandinê yên ku modela wan "AR924" e de ti rayeya wan nîne.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Em tenê rayeya marqeyê didin û em bi ti awayî tevî sêwirandina vê cîhazê yan jî çêkirina wê nabin.
Em tenê rayeya bikaranînê ya lîsansa marqeyê didin şirketa bi navê BACê û ew jî çêdikin.”
Hsu Ching Kuang civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ev cîhaz li derveyî wî welatî tên çêkirin.
Çi bûbû?
Duh(17 Îlonê) bêtêlên(amûrên ragihandinê) ku endamên Hizbullahê li seranserê Lubnanê bikar tînin, bi awayekî hemwext teqîyan. Di encama teqîna bêtêlan de yek jê zarok herî kêm 9 kes mirin û nêzîkî 2800 kes jî birîndar bûn ku rewşa 200 ji wan giran e.
Reutersê çavkaniyek payebilind yê ewlekariya Lubnanê nîşan da û îdia kir ku ji aliyê Dezgeha Îstixbarata Derve ya Îsraîlê Mossadê ve teqemenî di amûrên bêtêl yê ragihandinê de hatine bicihkirin.
Hizbullah ragihand ku wan "lêkolîneke ewlekariyê ya berfireh û lêkolînên zanistî pêk anîn ku ji bo diyarkirina sedemên teqînan". Nûnerê Lubnanê li Neteweyên Yekbûyî Hadî Hachem êrîş weke "tawaneke şer" binav kiribû.