Fotograf: Joerg Boethling
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Stockholmê (SIPRI) ku çavdêriya transferên çekan ên fermî ya navnetewî, îro rapora xwe nû ya ji bo polîtîkasazan weşandiye. Enstîtuyê diyar kiriye ku aştiya cîhanê ketiye serdemeke nû ya rîskan.
Di raporê de bal kişandine ser guhertina iqlimê, mirinên girseyi yên zindîweran, kêmbûna çavkaniyan û diyar kirine ku tevî van tiştan, rîskên ewlehiyê û pandemiya Covid-19ê û hin tiştên din asta tehdîtan bilindtir û berfirehtir kiriye.
SIPRIyê destnîşan kiriye ku rewşa siyasî ya populîst dibe, ji hêla ewlehiyê ve tevliheviyeke “jehrî” derdixe û polîtîkasaz li beramberî van rîskên tevlihev ne amade ne.
SIPRIyê behsa rewşa krîza ewlehiyê ya zêde dibe kiriye û diyar kiriye ku ji sala 2010ê û vir ve hejmara şer û pevçûnan ên ku herî kêm dewletek tê de alî ye, mirovên di van şer û pevçûnan de mirine û ya mirovên li seranserê ji cih û warên xwe hatine kirin an jî bûne penaber, du qat zêdetir bûye.
Her weha diyar kiriye ku piştî bi salan hejmara serikên nükleer ên ji bo bikaranînê amade ne, ji 2020ê û vir ve zêde bûne û mesrefên leşkeri par li seranserî cîhanê gihîştiye 2 trîlyon dolarî û ev jî rekoreke nû ye.
SIPRIyê di dewama raporê de bang li siyaestemadan kiriye ku rîskan bi çavekî baştir binirxînin û gavan bibaryartir biavêjin. Her weha pêşniyar kiriye ku ji bo vê jî bi lez û bez derbasî “ekonomiya keskparêziyê” bikin. (HA/FD)