Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bernameya filman ya ku MUBIyê bi taybetî ji bo Sinemaya Şeveka Havînê amade kirîye, piştî 7ê Tebaxê, temaşevanên xwe derdixîne rêwîtîyeka ji Hong Konga salên 1960î ta çolên zordest yên Teksasê yên salên 80yî, ji Çîroka evînê ya Îtalyaya Bakur ta zewaca bikêşe ya danskereka Şîlîyî.
Filmê Yekem yê Bijarteyê: Call Me By Your Name
Seans bi filmê Luca Guadagninoyî Call Me By Your Name dest pê dike; vî filmî di sala 2017an da deng dabû. Film behsa Elio û alîkarê bavê wê Oliver dike ku di destpêka salên 80yî da li Îtalyaya Bakur li hev rast tên. Babeta filmî evîna xwerû û arezû ye. Serlîstikvanên filmî Timothée Chalamet û Armie Hammer e, ji romana bi heman navî hatîye guncandin û di Xelatên Akademîyê yên 90em da xelata Senoryaya Guncandî ya Baştirîn bi dest xistîye.
Filmên din yên bernameyê:
14ê Tebaxê, În – Dema Evînê (Fa yeung nin wah, 2000)
21ê Tebaxê, În – Parîs, Texas
28ê Tebaxê, În – Ema (2019)
Sehneya Şeveka Havînê
Bernameya Tebaxê ya Konserên derve yên di nava bernameya Sahneya Şeveka Havînê da pêk dihên jî dîyar bû. Beykoz Kundurayê par heyva Tîrmehê cara yekem ev konser li dar xistibûn. Konser, piştî 8ê Tebaxê roja Şemîyê her dawîya hefteyê dê li dar bikevin. Dilşad Çelebi, Tolga Duyan, Schnell Schnell, Deniz Gungoren Beşlisi, Sinan Altıparmak Trio, Lalalar, Mousike, Çagrı Sertel ‘Multiverse’ û Ocean vs Orientalis & İlhan Erşahin di bernameyê da cih digirin. (YK/AY)