Vê hefteyê di Hunernameyê de klîpa Diljen Roniyî, albuma Bob Dylan, lîstika nû ya Şa Performansê, konserta Sakîna Teyna û hevalên wê û hin nûçeyên din hene.
Bob Dylan, muzîkjenê amerîkî piştî 8 salan albumeke nû derxistiye. Demeke berê hatibû ragihandin ku wê Dylan albuma xwe biweşîne û du stran jê hatibûn par ve kirin. Îro ev albuma Dylanî ya bi navê “Rough and Rowdy Days” li ser hemû platformên dijîtal hatiye weşandin. Di albumê de 10 stran hene ku Dylan “çîrokbêjiya” xwe bi muzîkjeniya xwe dide nîşandan.
Ev album 39em a Dylanî ye û beriya niha di sala 2012an de bi navê “Tempest”ê albumek derxistibû.
Neil Young - Homegrown
Vê hefteyê Neil Young, rockbêjê kanadayî surprîzekê li muzîkhezan dike. Albuma Neil Youngî ya bi navê Homegrown piştî 45 salî careke din hatiye weşandin.
Li gor nûçeya The Fuardinanê ev albuma ku di sala 1974 an jî 1975an de hatiye tomarkirin, ji nû ve hatiye sazkirin û derxisin. Di albumê de bêhtir stranên akustik hene.
Diljen Roniyî li malê vîdeo-klîpek amade kiriye
Stranbêj Diljen Roniyî di van rojên koronayê de li malê vîdeo-klîpek kişandiye û weşandiye. Roniyî vîdeo-klîp ji bo strana “Were Were (reng esmere)” ya Mihemed Şêxoyî kişandiye. Roniyî bi xwe li hemû enstrumanan daye û bi xwe derhênerî kameramaniya vîdeo-klîpê kiriye. Ronî klîpa xwe li ser hesabê xwe yê Youtube-ê û hemû hesabên xwe yên medyaya civakî weşandiye.
Çend nûçe
Îro yanî 19ê Hezîranê albuma Yo Yo Ma, Stuart Duncan, Edgar Meyer û Chris Thile-î a bi navê “Not Our First Goat Rodeo”yê hatiye weşandin. Di albumê de 10 stran hene û her çar muzîkjen hunera xwe ya di muzîka klasîk de careke din didin xuyakirin.
Konser
Di 28ê Hezîrana 2020an de wê Sakina Teyna û hevalên xwe (Sakina & Friends) konserteke onlina pêk bînin. Konsert li gorî saeta Tirkiyeyê wê di 21.00ê de li ser malpera artistlockdown.com/sakina/ bi awayekî zindî pêk were.
Şano
Şa Performans dest bi amadekariya lîstikeke nû kiriye. Li gorî zanyariyên ku li ser hesabên medyaya civakî yên Şa Performansê hatine weşandin navê lîstikê “Kelpa 12500” e.
Tuncay Ozelî metna şanoyê nivîsandiye û Mûrad Korkmaz wê derhêneriya wê bike. Takayashi Sakabeyî kareografî, Gokçe Selîmî jî wê efektên lîstikê amade bikin. Tûncay Ozel bi tena serê xwe wê di lîstikê de bilîze ku Veysel Can û Nûh Saçan jî wê karûbarên teknîkê hilgirin.
Festîval
10em Festîvala Filmên Kurdî a Berlînê îsal ji ber koronavirusê wê bi awayekî online pêk were. Li gorî daxuyaniya ku ekîba festîvalê daye, festîvala 10 salî tê plankirin ku di navbera 8 û 14ê Çiriya Pêşiyê ya 2020an de were pêkanîn.
Di festîvalê de çavlirê ye ku nêzîkî 50 belgefîlm, filmên metrajkurt û metrajdirêj werin nîşandan. Her weha hin konser, atölye û panel jî werin lidarxisitn.
Sînema
Komîna Fîlm a Rojavayê dest bi xebateke nû kiriye ku trailera wê li ser hesabê xwe yê Youtube-ê weşandiye. Navê vê xebata wan “Evîn di Rûyê Qirkirinê de” ye û li ser dengbêjiya Şingalê hatiye amadekirin. Derhênerê xebatê Şêro Hinde ye û Mehmûd Berazî dê muzîkên wê amade bike.
Amadekariyên Avatar 2yê berdewam in
Derhêner James Cameronî dest bi kişandina filmê Avatar 2yê kiriye ku weke derhênerê filmê Titanic, Termînator û gelekên din tê naskirin.
Li gor nûçeya malpera ntv.com.tryê demeke berê ji ber koronavirusê navber dabûn kişandina filmî lê Cameron û ekîba wî li Zelandaya Nû dîsa dest bi xebatên xwe kirine.
Filmê Avatarê di sala 2009an de hatibû weşandin û di nava 10 salan de bûbû filmê ku herî zêde lê hatibû temaşekirin.
Di Avatar 2yê lîstikvan Sam Worthington, Zoe Saldana, Sigourney Weaver, Joel David Moore, Dileep Rao di rolên xwe de berdewam in dîsa çav li rê ye Kate Winslet, Edie Falco, Vin Diesel û Michelle Yeoh jî tê de bilîzin.
Li gorî heman nûçeyê film wê di 7ê Kanûna Pêşiyê ya 2021an de were weşandin.
Pêşniyar
Klîpa hefteyê
Ev klîpa ku Hunergeha Welat amade kiriye ez weke klîpa hefteyê pêşniyar dikim.
Albuma hefteyê
Sophie Alour, cazbêja fransî di Sibata 2020an de bi navê “Joy” albumek weşandibû. Aloura ku li saksafonê dixde di vê albumê de bi Mohamed Abozekry-yê udî û Wassim Helalê darbukator melodiyên rojhilat û rojavayê têkel dike. Di albumê de 13 stran hene.
(FD)