Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pêvajoya dengdanê ya ji bo tûra duyem a hilbijartina Serokomariyê, vê sibê saet di 08.00ê de destpê kir û saet di 17.00ê de bidawî bû.
Piştî girtina sindoqan jimartina dengan destpê kir.
Encam wê kengî bên aşkerekirin?
Qedexeya weşanê wê saet di 21.00ê de bidawî bibe.
Serokê Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yenerî îro civîneke çapemeniyê li dar xistiye û gotiye ku ji bo biryara qedexeyê ya weşanê beriya saet 21.00ê bidawî bibe, ew ê sazî saet di 17.00ê de civînekê pêk bîne. Encamên vê civînê wê paşê bên aşkerekirin.
Yenerî diyar kiriye ku di hilbijartina 23yê Gulanê de ji ber bi tenê du namzet hene, dibe ku pêvajo di zûtirîn demê di bi encam bibe. (AS/FD)