Sinan Çiftyurek, Serokê KKPyê hatiye desteserkirin
Polîsan li Amedê bi ser mala Sinan Çiftyurek, Serokê Giştî yê Partiya Komunîstan a Kurdistanê (KKP) de girtiye û ew desteser kiriye.
![Sinan Çiftyurek, Serokê KKPyê hatiye desteserkirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/214/523/original/sinan.jpg)
Polisan îro serê sibehê saet di 05.00'an de li Amedê girtiye ser mala Sînan Çiftyurek, Serokê Giştî yê Partiya Komunîstan a Kurdistanê (KKP) û ew desteser kiriye. Polisên ku piştî lêgerîna li malê bi dawî kirin, Çîftyurek bi xwe re birine Miduriyeta Polisan a Amedê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Çîftyurek ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî hatiye desteserkirin.
Partiya Komunîstan a Kurdistanê têkildarî desteserkirina Çîftyurekî, li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek daye û wiha gotiye: "Serokê me yê giştî Sînan Çîftyurek îro serê sibehê saet derdora 05.00'an hatiye desteserkirin. Serokê me yê giştî divê demildest bê berdan." (FD)
nûçeyên pêwendîdar
nûçeyên pêwendîdar