bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê KKPyê serbest bûye
Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê KKPyê bi şertê kontrola edlî serbest bûye.
Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê Partiya Komunîstan a Kurdistanê (KKP) piştî ku polîsan ew biriye edliyeyê û derketiye pêşberî dadgehê, serbest bûye.
Bixwîne - Sinan Çiftyurek, Serokê KKPyê hatiye desteserkirin
Polîsan duh li Amedê bi ser mala Çiftyurekî de girtibû û ew desteser kiribû. Çîftyurek bi sedema axaftinên wî yên derbarê tayînkirina qeyûman û operasyona Tirkiyeyê ya li Rojavayê
Sînan Çîftyurek piştî ku îfade li Miduriyeta Polîsan a Amedê daye ew birine Edliyeya Amedê. Çîftyurek bi “propagandaya rêxistinê” hatiye tohmetkirin û piştî îfade daye dozgerî bi şertê kontrola edlî serbest bûye. (FD)
Fotograf: MA
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.