Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Yewnanistanê di encama agirê ku bi daristanan ketiye de heta niha 83 kes mirine. Ji bo kesên winda jî xebatên rizgarkirinê berdewam dikin.
Nikos Toskas, Alîkarê Wezîrê Berevaniya Welatiyan gotiye, şik heye ku hin kesan agir bi daristanan xistiye.
Toskasî diyar kiriye ku îfadeyên şahidan hene lê zanyariyên pesendkirî tune ne.
Li gorî zanyariya ku Toskasî daye, ji ber şert û mercên hewayê û ji ber ku iqlîm hatiye guhertin û germahiya kurewî agirê li bajarokê Matiyê derketiye agir belav bûye.
Toskasî gotiye, “ne ji ber xetayan lê ji ber hin sedemên din” wî dest ji erka xwe berda ye lê Çîprasî daxwaza wî qebûl nekiriye.
Nasname bi testa DNAyê tên diyarkirin
Ilias Bojiokas pisporê tiba edlî destnîşan kiriye ku ew ji qurbanî û xizmên windahiyan mînakên DNAyan kom dikin.
Bojiokasî diyar kiriye ku gelek cenaze ji ber şewatê nayên naskirin û ji ber wê jî testa DNAyê gelekî girîng e. (PT/FD)