Dilşad Bayram li ser “şekirî” bernameyekê pêşkêş dike
Sê ciwanên ji Gundikê Melî yê bajarê Şirnexê ji bo hişyarkirina civakê ku wan hay ji siheta xwe hebe, qenaleka YouTubeyê çêkiriye. Navê qenalê “Sihet Xweş!” e.
Hersê amadekarên bernameyên televizyonê; Dermansazê Dilşad Bayram, Dr. Tevfik Bayram û Sîpan Bayram in.
Dilşad Bayram berpirsê Şaxê Şirnexê yê Yekîtîya Dermansazan e, Dr. Tevfik Bayram akademîsyenek e ku li Zanîngeha Hebrewê ya Îsraîlê li ser saxlemiya civakê master kiriye. Sîpan Bayram derçûyîyê Beşê Radyo û Sînemayê yê Zanîngeha Anadolûyê ye ku li ser kurtefîlm û karên hûnerî dixebite.
Bernameyê Dilşad Bayram pêşkêş dike. Beşa yekem ya “Sihet Xweş!”ê li ser cemdayîyê beşa duyem li ser şekirî ye. Vîdeo bi dîmenên wek fîlmên “The Godfather” û “Matrix”ê dest pê dikin.
Bernameya li ser cemdayê
Dilşad Bayram digel Diyar Bayramî di dema xwendina zanîngehê de, li Gundikê Melî kurtefîlmeka bi navê “Diyarê Dilşad” jî çêkiriye. Kurtefîlm tekane kurtefîlma bi zimanê kurdî bûye ku di Festîwala Kurtefîlmên Xwendekarên Zanîngehan de, hatiye nîşandan û xelata mansiyonê standiye. Herweha wan kurtefîlmên bi navê “Mayin-Şeveka Şerê li Şirnexê” û “Raborî” jî çêkirine.
Diyarê Dilşad
“Nîşanên nexweşiyan nizanin nexweşî li wan giran dibe”
Dilşad Bayram li ser biryara çêkirina qenalê û armancên xwe bi bianetê re axivî û got:
“Çar sal in ez li Şirnexê dermansaziyê dikim. Min di van çar salan de çavdêrî li civakê kir û dîtina min dîtî nexweş ji gelek nexweşiyan ne agahdar in. Gelek ji wan jî ji ber wê yekê xeletiyan dikin. Gelek ji wan jî nîşanên nexweşiyan nizanin û heta nexweşî li wan giran nebe li xwe napirsin û naçin dixtoran.
Çawa?
"Li gor van çavdêriyên xwe min dixwest ez biqasî sere derziyê jî be civakê agahdar bikim. Lê çawe?
“Bi nîvîsan ? Na! Xwedê ti kes xîret nake bixwîne û ji xwe gelek kes nizanin bi kurdî bixwînin.
“Bi videoyan? Bele lê videoyên çawe? Em li ser wê şixulîn û me biryar da em hinekê bi henekan vîdeoyan çekin û biweşînin. Lê videoyên me ne tenê henekî ne hemî agahiyên tê de zanistî ne û bi şêwirmendiya dixtorê tendrûstiya gel ve hatîne hazir kirin. Hêvî dikim em bigihîjîne armanca xwe.
“Ji bîr nekin siheta hewe li ser her tiştîre ye. Sihet xweş”
(MB)