Fotograf: https://wkzo.com/
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî zanyariyan Tirkiyeyê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiriye û li herêmên bîr û parzûngehên petrolê dide. Ev herêmên navborî di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne.
Tirkiye ji hefteya borî ve bi balafirên cengê û topavêjan êrîşî Rojava û bakur û rojhilatê Sûriyeyê dike.
Ajansa nûçeyan Reutersê nûçeyek weşandiye û zanyariyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî. Di vê nûçeyê de hatiye gotin, HSDyê diyar kiriye ku cara pêşiyêye Tirkiye bi êrîşên xwe yên asmanî cihên petrolê dike armanc û 11 endamên wan jî tê de bi dehan kes hatine kuştin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, roja Çarşemê SÎHA (Balafirên bêmirov û biçek) ji Tirkiyeyê firiyane û derengê şevê li Rimêlanê dane ku ev der nêzîkî Qamişloyê ye û bîr û parzûngehên petrolê li vir hene. Li nêzîkî vê herêmê hêzên DYAyê jî hene.
Çavkaniyên ku têkiliya wan bi rayedarên HSDyê re hene, diyar kiriye ku Tirkiyeyê êrîşên bi SÎHAyan ên rêvebirên leşkerî yên YPGyê dikin hedef, zêde kiriye.
Pentagon: Êrîşên Tirkiyeyê metirsiyê li ser ewlehiya leşkerên DYAyê çêdike"
Pentagonê diyar kiriye ku êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê gefê li ser ewlehiya DYAyê dixwe û aloziya gûr dibe pêşketina li dijî milîtanên Dewleta Îslamê ya li herêmê bi salan e dewam dike, dixe nava xetereyê.
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya DYAyê (Pentagon) Patrick Ryderî roja Çarşemê (23yê Çiriya Paşiyê) daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye, "Wezaret ji çalakiyên li Bakurê Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê gûr dibin, gelekî metirsîdar e."
Ryderê her weha diyar kiriye ku "Ew ji nûçeyên dibêjin binesaziya sivîl bi zanebûn dibin hedef jî metirsîdar in. Digel ku em metirsiyên ewlehiyê yên rewa yên Tirkiyeyê qebûl dikin, ji bo agirbest dewam bike, em ê hevdîtinên xwe yên li gel Tirkiyeyê û hevkarên me yên herêmî dewam bikin."
Li Sûriyeyê nêzîkî 900 leşkerîn DYAyê hene ku piraniya wan li bakur û rojhilat bi HSDyê re kar dikin.
Enqere: "Em hedefan bi hesasî hildibijêrin"
Çavkaniyek ji Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê şîroveya ku Pentagonê kiriye, ji Reutesrê re nirxandiye û gotiye, "em hedefan bi rengekî hesas hildibijêrin" û "têkiliyeke nêzîk ya wan û DYAyê heye." Heman çavkaniyî îdia kiriye ku herêmên petrolê ne di nava hedefên Tirkiyeyê de ne." (AEK/FD)