Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Şîfa Gerdîya rojnameger dema ku ji bo çêkirina nûçeyan li Mûsilê bû, di teqînekê de miriye.
Berpirsa Outputê ya Rûdaw TVyê di teqînê de mir û Yûnûs Mûstafayê kamêreman di heman teqînê de birîndar bû.
Rûdawê bi daxuyaniyekê eşkere kiriye ku Şîfa Gerdî bi teqîna teqemeniyeka çandî miriye.
Şîfa Gerdî kî ye?
Di sala 1996ê de Xwedê daye. Di sala 2006ê de wê xwendina xwe ya li Enstîtûya Teknîkên Kompîteran temam kir. Di sala 2013ê de xwendina li Beşa Ragihandinê ya Zanîngeha Selahedînî temam kir.
Wê di sala 2006ê de dest bi rojnamegeriyê kiriye. Di salên 2007-2010ê de wê digel rojnamegeriyê dersdêrî jî kiriye.
Ew yek ji avakerên Rûdawê bûye.
Ji destpêka şerê li Mûsilê ve wê bernameyeka bi navê “Focus Musul” çêdikir. Ew wek peyamnêr çû çeperên şerî.
(EA/MB)