Nivîskar Sîdar Jîr wê li Stenbol beşdarî bernameyekê bibe û behsa pirtûka xwe ya nû ya bi navê “Duşema Rengîn” bike.
Weşanên Zîzê demeke beriya niha pirtûka nû ya Sîdar Jîrî çap kiribû.
Bernameya navborî wê 10ê Sibatê saet di 16.00ê de li Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Stenbolê pêk bê.
Zimanzan Zana Farqînî wê moderatoriya bernameyê bike û Sîdar Jîr piştî bernameyê wê romana xwe ya nû ji bo beşdaran îmze bike. (FD)