Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Kampanyaya ‘’nûçegihaniya dildarî’’ ya Cemiyeta Rojnamegerên Azad dê sibeyê kampanyaya xwe li ofîsa Stenbolê ya DIHAyê bidome.
Ji bo kampanyayê daxuyaniyek li ber deriyê Ozgûr Gûndemê hat kirin ku polîsan bi ser ofîsa wê de girtibû.
Yek ji endamên Cemiyeta Rojnamegerên Azad, Gûnay Aksoyê da zanîn ku li Tirkiyeyê rojnamegerên rastiyan dinivîsin têne desteserkirin.
Aksoyê got: ‘’yên ji rastiyan re dibêjin derew e û ji derewan re dibêjin rast e, di bin parastina hikûmetê de derewên xwe rêz dikin.’’
Gûnay Aksoyê da zanîn ku li vê paşiyê êrîşên li ser rojnamegeriya kurdan zêde bûye, 41 xebatkarên medyaya kurdî hatine girtin. (EA/MB)
Wêne:Dokuz8 Haber, Twitter