Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Sîbel Çapraza birêvebira Berpirsiyariya Colemêrgê ya DBPyê(Partiya Herêman a Demokratîk) ji bo bê dermankirin ji bo Nexweşxaneya Bakirkoyê ya Stenbolê hatiye anîn.
Birêvebirîya Navçeya Menemenê ya Izmîrê dixwest Sîbel Çapraza ku 15 emeliyat lê hatine kirin bi wesayita girtîyan bibe Stenbolê, piştî ku Çaprazê ev yek qebûl nekir ew bi balafirê ji bo Stenbolê hatiye birin.
Piştî ku Sîbel Çapraz 4 mehan di Girtîgeha Menemenê ya Cûreyê Gyê ma, ji bo Girtîgeha Bakirkoyê hat anîn, li ser vê yekê xuşka wê, Kendî Çaprazê xwest wê bibîne lê bi hêceta Rewşa Awarte hevdîtina digel wê hat astengkirin.(HK/MB)