Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Sîbel Çapraz di 2yê Adara 2016ê de, birîndar bûbû û bi wî halî hatibû desteserkirin û girtin. Çapraz dê îro ji girtîgehê bê derêxistin.
Dozgerî xwest ji ber “endametiyê” ceza bê dayin
Dadkirina Sîbel Çaprazê li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat birêvebirin. Dozgerî xwest ji bo Çaprazê bi endambûna rêxistinê ceza jê re bê dayin.
Dadgehê biryar da ku Sîbel Çapraz ji girtîgehê bê derêxistin û li malê bê mehkûmkirin.
Çi bûbû?
Cihgira serokê giştî yê Dîwana birêvebiriya Colemêrgê, Sîbel Çapraz di meha Ciriya Paşiyê de beşdarî xwenîşandana derêxistina dengan bûbû.
Çapraza ku nexweş bû dihat dermankirin. Ji beriya li nexweşxaneyê pêvajoya dermankirina wê temam bibe hatiye girtin, bijîşkê wê dîyar kiriye ku ‘’xetera mirina’’ Çaprazê heye.(EA/MB)