Yazının Türkçesi için tıklayın.
Jiyanê, di 28’ê Berfanbara 2011’an de bi stendina birayê min ê mezin û 33 birayên min, rûyê xwe yê herî bi êş nîşanî min da. Li Roboskî ne 34 can, 34 ocax vemirîn. Dilê wan mîna çiyayekî şewitî û bû koz. Gundê mezin bi şînê hat rapêçan.
Dayik bi zêmarên kurdî digirîn, bav jî bi êşa jihevqutbûnê...
Lê zarok... Ji wan çavên wan ên biçûk ewqas hêsir dibarîn ku... Hûn bipirsin, dê rûnin û bi wî dengê xwe yê lerzînok her tiştî ji we re vebêjin. Mirov di carekî de dixirike û wenda dibe.
Carinan ji xwe re rûdinim, li derdorê dinêrim û dema berê difikirim. Ew însanên berê bi ken û eşq tevdigeriyan, ên tim bi kêfxweşî li geştê bûn, ew însanên cilên cihereng li xwe dikirin, ew malbatên, kî berî kî dawetê bike bi hev re diketin pêşbirkan... Ji wan gundên ku dawet û muzîk ji wan kêm nedibûn rêç nemaye. Eynî wek ku perdeyeke reş avêtibin ser hemû dilşadî û kêfxweşiyan...
“Roboskî” bû cihê hevdîtina dilên bi hesret, bi hêvî, bi êş, bi jan û bi agirê heyfê dişewitin. Her tişt wek kabûsekê di qirika me de bû girêk. Li paş, însanên jiyana wan tijî êş, hizn, hêsir û hêrs bûyî, yên cilên reş li xwe dikin, însanên ku bi êşê dilê wan parçebûyî û nikarin bînin ba hev, man.
Dê dem biherike... Bêsekin! Baş an xerab dê biherike. Di ser re roj, meh, sal jî derbas bibin, dê wisa biherike. Êş mîna roja ewil teze ye...
Her cara ku ez bixwazim derkevim bigerim, lingên min dê min bibin goristana Roboskî. Ji ber ku bedena min, hişê min, fikra min tim li wir e. Her cara ez diçim wir wek ku ez herim cîhaneke din. Êdî di nav vê jiyana min ya nû de, dilê min tijî hizûr nabe. Ji çavên min de hêsir, ji dilê min xwîn diherike.
Dema em diçin bazarê, em çi bikirin jî, her tişta em hildibijêrin, em reşê wê tiştê dixwazin. Dema em dolaba cilan vedikin ji bo lixwekirinê tim yên reş hildibijêrin. Ji bedela muzîkên geş û coş tim yên dilsoj guhdarî dikin. Dema em dikenin jî xwe sûcdar dibînin û di cih de rûyê xwe berdidin erdê.
Hin malbatan, zarokên wan yên piştî komkujiyê çêbûn, navê xizmên xwe yên şehîd ketin li wan kirin. Her cara navê wan hildin dê janek bikeve dilê wan. Dê çavên wan tijî hêsir bibin. Rihê wan dê here berê û were.
Lê ew zarokên ku ew nav hilgirtine... Dema ku bi wê êşa bi ji dayikbûnê re mezin dibin, di rastiyê de ew ê di dilên xwe yên biçûk de êş û janê jî mezin bikin. Dê hewl bidin her tiştî wek ku bûyî hîn bibin û lêpirsînê bikin. Û her car dê “çima em” biqîrin. Dibe ku payva XWEZÎ li ser zimanê wan be tim, lê tiştekî ku bikin dê tune be. Ew dengên biqîrin, dilên parçebûyî careke din xwînî bike. Di jiyana xwe de dev ji gelek tiştên dixwazin berdin û tişta pêwist qebûl bikin, bijîn.
Her cara berî 28’ê Berfanbara 2011’an difikirim, nikarim wateyê bidim xwe û jiyana xwe, xwe neçar û westiyayî hîs dikim, wê demê dicemidim û dimînim. Wek ku ez jî ketim bin wê axa reş û yeke din ketiye şûna min. Her yek ji me bû însanên mirî û carek din sax bûyî.
Dema pirsa “tu dixwazî bibî çi” ji min dipirsîn, ez jî bi ken vê bersivê didim; “dixwazim karekî min yê ku bikarim zêde biçim geştê û bigerim, xweşikiyan bijîm û vebêjim hebe.” Niha jî wisa ye; lê ne bi armanca kêfxweşiyê biçim geştê, êdî dixwazim karekî ku bikarim dilên bi êş wek min, wek gelê Roboskî, êşên wan, dilşadiya wan, hêviyên wan bînim ba hev û bikarim li hember neheqî û zordariyan têbikoşim bikim. Tenê tişta ji bo pêşeroja xwe dixwazim; li hember neheqiyan serî netewînim û ji bo bikarim neheqiya tê kirin, bêedaletiya heyî, politikayên bi qirêj derxim holê li cihekî ku bikarim xwe îfade bikim bixebitim û têbikoşim.
Êdî her zarok vê yekê dixwaze. Li Roboskî kîjan zarok derkeve pêşiya we, ew zarok dê bibêje ku ew dixwaze bibe rojnameger, parêzer û di qada hiqûq û edaletê de bixebite. Ji ber ku li hember bûyera bi serê wan de hat, careke din rastî komkujiyan û neheqiyan neyên dimeşin.
Bi xeyalek, bi heviyek û bi pêşerojekê...
Zarok, dayik, bav...
Zarok dê sibehê rabin û herin dibistanê. Ji bo nanekî bibin ji zarokên xwe re, ji bo zarokên xwe bidin xwendin, ji bo li ser lingan bimînin û jiyana xwe berdewam bikin dê bav tim li devernan bixebitin û hewl bidin. Dibe ku dîsa di rêya zarokên wan hatin qetilkirin de bimeşin û heman tiştî bikin.
Dilê kîjan bavî dikare xwe li hember vê yekê ragire?
Lê mecbûr in bikin.
Ji bo bikarin tiştekî bikin wek tiştekî bidin berçavan. Ev çiqasî zor be jî...
Çiqas zor be jî em mecbûr in!
Ji bo jiyanê, ji bo hezkiriyên xwe, ji bo kesên li şûn mayî... ji bo carek din neyên perçiqandin; em mecbûr in xwarin bixwin, dem wê were wê bikenin, bixwînin, stranan guhdarî bikin.
Piştî komkujiyê bi rojan jî hin hebûn gepek nan nexistibûn devê xwe. Vê yekê ew zeîftir kirin. Ez jî li hember bûyerê zeîf, bêhal ketim. Bêxwarin rewş girantir dibû. Piştî komkujiyê bi du rojan bêhal ketim û aciz bûm, bi zora xizm û hevalên xwe min xwarin xwar. Ji ber ku însan li hember wê wehşetê ne dikarî xwarinê bixwe, ne tiştekî vexwe ne jî dikarî tiştekî bibêje... wek ku tenê mehkûmî temaşekirina bûyeran bûbû... ji bo xelkê Roboskî te digot qey kenîn sûcekî giran e. Kes êdî nedikenî, hema bibêje wek kenîn jibîr kiribûn. Piştî bi mehan, dema dest bi kenînê kirin, kenê wan jî tijî êş bû. Mezinan deynin aliyekî, zarok jî nedikenîn û nedilîstin. Bi atolyeya wêneyan ya li gund hate kirin, zarokan hinekî xwe ji bîr kirin û hinekî kenîn.
Ez jî piştî bi mehan keniyabûm, lê bi wê kenê re min hemû êşa xwe di hindurê xwe de komkiribû. Mirov naxwaze dilê kesên li derdora xwe bihêle. Naxwaze êşa dilê xwe nîşanî wan bide. Ez jî wisa me. Di bin kenê min ê sexte de ewqas êş hene ku...
Stranên ciwanan êdî nehatin guhdarî kirin. Piştî çend mehan dest bi guhdarîkirina stranan hate kirin. Ez bawer im ew jî stranên li ser Roboskî hatibûn çêkirin bûn.
Ji bo bikarin biçin derve, ji bo bikarin tiştinan bikin, rêya li hember însanên gund tenê xwendin e. Yan tu yê bixwînî û biçî cihekî rehet bijî, yan jî heta dawiya jiyana xwe mehkûmî vê zordestî û zoriyê bî. Ji bo bikarî bijî, ji bo bikarî gepek nan bixwî yan bibî qoricî, yan jî bi gotina wan bibî “qaçaxçî”. Ji bo jiyanê em mecbûrî vê ne. Dê û bavên Roboskî êdî tim wiha ji zarokên xwe re dibêjin; “Bixwînin, ger ku birayên we xwendiba û li cihekî din ba, dê nehatibana qetilkirin”.
Di nav yên hatin qetilkirin de, xwendevanên zanîngehê, lîseyê, dibistana seretayî hebûn. Êdî zarokan nexwestin biçin dibistanê. Ji ber ku vala dîtina kursî û maseyên yên hatîne qetilkirin ewqasî zor bû ku, ewqasî zor dihat ku...
Min jî qet lê qet nexwest biçim dibistanê. Di wê dibistanê de birayên min ên biçûk yên min wendakirî hebûn. Di cihê wan de dîtina gulên cihê wan dagirtî... Mirov nikare îdare bike! Piştî du-sê hefteyan çûme dibistanê. Ew jî bi zora heval û mamosteyên min. Ji bo bikarim li ser lingan bimînim, ji bo bikarim tiştinan bikim, ji bo nekevim heman rewşê, ji bo neyêm qetilkirin jixwe ez mecbûr bûm biçim.
Wek ku di jiyana min a dibistanê de rûpelekê nû vebû. Tenê xwesteka min bû ku bibim “rojnameger”. Ger tu bipirsî bê “çima”, ez ê wiha bersivê bidim... Dema komkujî bû telefonek ji bavê min re hat û bavê min êvarê li dor saet nehan derket. Me nizanibû çi bûye. Tenê tişta me didît bombeyên ronîkirinê bûn û bihîstina dengê bombeyan bû. Hemû kes dixeterê de dipayî. Saetek mîna salekê dirêj dibû. Me cihên xwe danîn, çaya xwe dem kir, dest bi payînê kir. Saet derbas bûn. Nehatin. Dema bû nîvê şevê sebra kesî nema. Diya min jî bi jinên din re derketin û çûn. Em zarok li malê man. Berdestê sibehê cenaze anîn gund. Yê dihat û diçû ji min re digot “birayê te reviyaye”. Jin bi qîrînan dibezîn cihê bûyerê. Ciwan, zarok hemûkes dibezî.
Di pacê re serê xwe derxist û pirsî “çi bû?”. Ji wir dengekî got, “Roj TV veke”. Min jî bazda û televîzyon vekir. Min nêrî ku qala komkujiya me dikin. Navê “34 birayên min” rêz kirine. Wisa! Nav di televîzyonê de li ber çavên min mîna çiya mezin bûn; “NADİR ALMA”... Wê kêliyê can ji canê min, parçe ji bedena min qut kiribûn. Tevî ku li gund bûm jî, min mirina birayê xwe ji “çapemeniya kurd” bihîst. Piştî wê rojê min jî biryar da ku bibim rojnameger, da ku dengê xwe û her tiştî rasterast ji însanan re ragihînim. Ji bo hebûn û hemû politikayên qirêj derxim holê, ez ê her tiştî bikim!
Dibe ku bi min re însanên li Enqere, Sêwas, Îzmîr û Stenbolê jî komkujî ji televîzyonê bihîstibin û dîtibin. Her tişt ji televîzyonê hîn bûn. Dibe ku kesên temaşe kirin, heman fikran, heman hestan dijîn, hêsiran dibarînin, lê qet nikarin êşa yekî ku li Roboskî dijîn hîs bikin qet. Însanên dixwazin werin vir bibînin lê nikarin werin jî hene. Dibe ku yên naxwazin werin jî pir in. Nizanim. Jixwe yê xwedî wijdan be qet nikare li hember vê wehşetê bêdeng bimîne.
Wekî din vê yekê jî meraq dikim. Ew pîlotên balafirên şer di çi rewşê de ne... Rewşa me li holê ye. Û li ber çavê her kesî ye. Em derdikevin televîzyonan. Li mafê xwe digerin. Baş e lê ew? Ew çi dikin? Çima dernakevin televîzyonan û venabêjin? Mafdar bin bila li mafên xwe bipirsin! Ger ku neheq bin, bila bibêjin “me xeletî kir”. Dibe ku her bombeya ku avêtin wekî ku însanên me parçe kirin, dilê xwe jî parçe kiribin. Dibe ku ewqas bê wijdan bin ku ji bo parçekirinê li derfetan digerin jî. Di dawiyê de ew fermanê digirin. Ji bo bijîn mecbûr in!
Piştî vê bûyerê gelek mêvan hatin. Kengî mêvanê malekê tên pêşî “çaya qaçax” ya mirov ji tama wê têr nabe tê îkram kirin. Însanên Roboskî ji çayê pir hez dikin. Lê êdî jinên Roboskî dema li wê çayê dinêrin, dibêjin û li xwe dixin “zarokên me ji bo vê hatin qetil kirin?” Hêsirên çavên dayikan bêsekn diherikin. Êdî xwîn tevlî çaya me ya qaçax bû dayê...
Roboskî tim bi dawetên xwe dihat nasîn. Çend meh di ser re derbasbûn. Yekane çalakiyên civakî dawet, yek jî çênebû.
Êdî gel difikire ku ji cihekî bê dest pê kirin, ev rê jî divê ji hêla malbateke şehîdan ve bê vekirin, fikirîn ku mecbûrî vê yekê ne. Ji ber ku însanên li şûn mane divê jiyana xwe berdewam bikin. Em mecbûrî vê ne. Gotin ya herî baş “li gund kirina dawetekê ye”. Bavê min xwest vê xêrê bike. Bavê min di hilbijartina dawî de wek muxtar hatibû hilbijartin. Wekî din yek ji malbatên şehîdan bû. Ji bo me jî ji bo malbatên din jî rewşeke pir giran bû. Lê ji bo yên li şûn de mane ev ê bihata kirin. Bavê min jî kurê xwe wenda kiribû. Dilê wî jî parçe bûbû, jiyan li wî jî tarî bû. Ji canê wî can çûbû. Lê mecbûr bû vê bike. Dema biryara vê dawetê girt em hemû li dij vê biryarê derketin. Me nexwest. Me got ku; “ger ku dawetek li vir bê kirin, însan dê bifikirin va êşa wan bi dawî bû û dev ji doza xwe berdan.”
Lê dizanin ku divê wisa nefikirin jî. Divê ji cihekî dest pê bê kirin. Ji ber ku em mecbûr in...
Min xwest pêşerojê ji we re binivîsim. Ji ber ku mijara min ev bû. Wek zarokek-ciwaneke Roboskî û yeke pêşeroja Roboskî bijî min xwest binivîsim. Lê ez bawer im min nekarî binivîsim. Min kengî xwest li pêşerojê binêrim, roja komkujiyê hate ber çavê min. Min xwest tiştên xweş binivîsim. Tiştên xweş û bi hêvî... Lê min nekarî. Birayê min ê mezin û 33 birayên min hatin bîra min.
Ez dizanim dê bibin, dê tiştên xweş jî bibin! Ez ê bibim rojnameger. Hevalên min dê bibin parêzer û hiqûqnas. Lê ev birîn dê tim di dilê me de bimîne.
Dîsa jî hûn hêviyên min ên ji pêşerojê bipirsin:
Ji pêşerojê xwestina min; bila kes neyê qetilkirin, zarok bi dilekî rehet bikenin û bilîzin, ciwan ji bo xwendinê hewl bidin, dayik û bav xemgîn nebin û qet negirîn, hemû mirovahî di nav aşitî, hizûr, û ewlehiyê de bijî. Dixwazim mirov hewl bidin jiyana xwe berdewam bikin.
Herî zêde jî dixwazim careke din kes neyê kuştin û qetilkirin...
* Selma Alma: Di sala 1996'an de li Roboskî ji dayik bûye.Xwendina pêşin û lîse li Roboskî xelas kiriye. Di atolyeya wênêyên zarok û ciwanên Roboskî de cihgirt. Niha jî li zanîngeha Bedlîse xwendekar e.
Naverok |
Destpêk................................................. 9 Çi bû Roboskî? · NEŞE ÖZGEN.......................................................... 23 Serdar · MÜGE TUZCUOĞLU........................ 45 Xeletiya mezin · ÜMİT KIVANÇ......................................................................... 89 “Xwedayê min! Çima!” · BANU GÜVEN.............................................................. 93 Rêya aşitiyê dı Roboskî re derbas dibe: Pîlotên komkujiyê - hevrûbûn û aşitî . İBRAHİM (YANNİS VASİLİS) YAYLALI....................................... 111 Wey dayê wey! · HÜDA KAYA.................................. 149 Li Roboskiyê Rojek · ÖZGÜR MUMCU.................................................... 165 Çareya vê êşê heye? . CANAN - ALİ NAKİ KAFTANCIOĞLU............. 171 Sih û çar hêstir, sih û çar term û ew şeva leylim . HAYDAR KARATAŞ........... 181 ‘Bi dilekî qulqulî’ · ZEYNEP ALTIOK AKATLI..................................................... 197 Ji ewladekî Roboskî, ji ewladên Roboskî re . KADİR BAL..................... 209 Pêşî têgihîştin, piştre lêborîn · RAKEL DİNK.............................. 223 Ji Helebçe ber bi Roboskî ve Bavê 5 Şehîdan FAXREDDIN HACI SELÎM............ 225 Êşa bîrê · EHMED HUSEYNÎ............................... 231 Sibe li Roboskî · SELMA ALMA......................... 243 NIVÎSKAR..................................................... 257 |