Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Osman Şiban di 11ê Îlonê de li Şaxê navçeya Wanê bi Servet Turgutî re hatibûn desteserkirin. Piştî bi du rojan derketibû holê ku Şîban û Tûrgût li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmî ya Wanê ne. Osman Şiban duh(Sêşem 22ê Îlonê) bi darêzorê biribûn nexweşxaneya leşkeri ya li Wanê. Di rapora nexweşxaneyê de jî hatiye erê kirin ku Şiban û Turgut “ji helîkopterê hatine avêtin”
Hatibû aşkere kirin, dozgeriyê ji nexweşxaneyê rapor xwestiye bê ka Şîbanî dikare îfadeyê bide yan na. Lê belê piştî kontrola li nexweşxaneya leşkeri hatibû diyarkirin ku Şîban nikare îfadeyê bide.
Şiban: Şikir ji xwedê re
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Serdozgeriya Komarî ya Wanê, di nava rojê de ji malbatê re gotiye hûn dikarin Şîban bibin Mêrsînê. Li ser vê malbatê Şîban ji nexweşxaneya eskeriyê wergirtiye û bi ambulansê ber bi Mêrsînê ve ketine rê. Tenê hîştine xizmekî Şîban li ambulansê siwar bibe. Xizmên din jî bi wesayîtên xwe ketine rê.
Dema Şiban li ambûlansê siwar dibe, xizmên wî jê dipirsin “ tu çawa yî” wî jî bersiva daye û gotiye, “Şikir ji xwedê re.”
Servet Tûrgût hê jî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê di beşa nexweşên giran de tê dermankirin û rewşa wî giran e.
Çi bûbû?
Osman Şîbanê 50 salî û Servet Tûrgûtê 55 salî piştî ku di 11ê Îlonê de leşkerên derketibûn operasyonê ew li navçeya Şaxê desteser kirine bi du rojan li beşa nexweşiyên giran a Nexweşxaneya Perwerda û Lêkolînê ya Herêmî ya Wanê hatibûn dîtin.
Di nûçeya Cemîl Ugûrî ya li ser Ajansa Mezopotamyayê hatiye weşandin de rapora epikriz a nexweşxaneyê jî heye.
Di raporê de hatiye gotin ku ji ber “birîndariya piştî ji helîkopterê ketiye” ew anîne Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.
Di beşa nerhetiyan a raporê de li bin sernavê “Nexweşiyên Giran” hatiye diyarkirin ku “ji cihekî bilind ketine” û wiha hatiye berdewamkirin: “Piştî ketina ji cihekî bilind emniyetê agahî daye tîmên tenduristiyê û 112yê ew anîne beşa lezgîn.”(EMK/AY/FD)