Fotograf: AA (Arşîv)
Shinzo Abe, Serokwezîrê Japonyayê aşkere kiriye ku ji ber sedemên saxlemiyê wî dest ji wezîfeya xwe berdaye.
Abeyî di serê axaftina xwe de bal kişandiye ser rewişa vîrusa koronayê ya li Japonyayê û daye zanîn ku pêketinên nû kêm bûne, ji ber wê ji bo wî dema herî baş ya karvekişînê niha ye:
“Saxlemîya min ji dawîya Nîsana borî vir ve xirab dibe. Ez naxwazim ku biryarên sîyasî yên girîng jiber nexweşîya min bi şaşî encam bidin.”
Wî di dewama axaftina xwe de spasîya gelê Japonyayê kiriye û pirsên li ser rêvebirîya li dû wî nebersîvandiniye.
Shinzo Abe, hefteya borî bûbû serokwezîrê Japonyayê yê herî zêde li ser kar maye.
Wî di sala 2007an de jî jiber nexweşîya ulseratîf kolît ji serokwezîrîyê vekişîbû, lê piştî dermankirinê di sala 2012an de jinûve dest bi kar kiribû. (FD)
Çavkanî: dengê amerîkayê