Fotograf: AA
Shinzo Abe, Serokwezîrê Japonyayê, dîyar kiriye ku ger şewba vîrusa korona neyê kontrol kirin, dibe Olîmpîyatên Tokyoyê di sala 2021ê de jî çênebin.
Olîmpîyat diviya havîna 2020ê li dar keta, lê ji ber vîrusa koronayê ji sala pêş re hatibû taloq kirin.
Abeyî diyar kiriye ku ji ber vîrusa korona kêşeyeke cîhanî ye û dibe ku olîmpîyat sala pêş jî çênebe:
"Lîstikên olîmpîyatê divê nîşan bide ku cîhan li dijî vîrusa korona bi ser ketiye. Bi awayê din ew ê mazubanîya ji bo olîmpîyatan dijwar be."
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsî, vîrusa korona li seranserê cîhanê ketiye canê pirtir ji 3 milyon û 100 hezar kesî û 2 sed û 17 hezar û 212 kes mirine. (FD)
Çavkanî: dengê amerîka