Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
UNESCOyê biryar girt ku Xelata Guillermo Canoyî ya Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî bidin Mahmoud Abu Zeid (Shawkan) nûçegîhanê girtî yê Misrî. Ev xelat ji bo kes, sazî û dezgehên ku di parastina azadiya çapemeniyê de xwedî kedeke gelekî zêde ne tê dayin.
Shawkan, 14ê Tebaxê ya 2104ê li Qahîreyê dema li qada Et Rabaa Al-Adawiyayê xwenîşandan dişopand, hatibû girtin.
Destpêka sala 2017ê dozgerî, ji bo Shawkanî cezayê darvekirinê xwestibû.
Koma Xebatên derbarê Desteserkirinên Kêfî ya Neteweyên Yekgirtî, girtina Shawkanî weke girtineke kêfî nirxandibû û diyar kiribû ku ev binpêkirina maf û azadiyên ji hêla peymanên navnetewî ve hatine misogerkirin e.
Mariya Ressa Seroka Juriyê ya Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ya Guillermo Canoyî got; “Ji ber wêrekî, berxwederî û girêdana wî ya li azadiya xweîfadekirinê Mahmoud Abu Zeid hêjayî xelatdayinê hatiye dîtin”.
Derbarê Guillermo Canoyî de
Xelata Guillermo Canoyî ji bo kes, sazî û dezgehên ku di parastina azadiya çapemeniyê de xwedî kedeke gelekî zêde ne tê dayin. Navê xwe ji Guillermo Cano Isazayî rojnamegerî Kolombiyayî distîne ku 17ê Kanûna Pêşiyê ya 1986ê li Bogatayê li ber rojnameya El Espectadorê hatibû kuştin.
Sala 2017ê Kadrî Gursel rojnamegerê di doza rojnameya Cûmhûriyetê girtî de weke namzet ji bo xelatê hatibu peşniyarkirin. Lê Dawit Isaak rojnamegerê Erîtreyî yê hemwelatiyê Swêdê ye xelat standibû ku piştî sala 2001ê hatibû desteserkirin, piştî sala 2005ê hatibû windakirin.
Salên borî, rojnamegera Azerî Khadiya Ismayilova ku 7 sal û nîv ceza wergirtibû û du salan di girtîgehê de mabû, Mazen Darwish hiqûqnas û Serokê Navenda Azadiya Çapemenî û Medyayê li Sûriyeyê ku ji hêla dewleta Sûriyeyê ya di bin serokatiya Beşar Esad de ew sala 2012ê girtibû û 3 salan girtî mabû û Anna Politkovskaya rojnamegera Rûsî ya 2006ê hatibû kuştin, di nava kesên ku xelat girtine de ne.
Sala 2014ê rojnameger Ahmet Şik hêjayî xelatgirtinê hatibû dîtin. (EA/FD)