Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Daxwaza serbestiya bi kefaletê ya nûçegihanê fotoyan ê navdar û çalakvan Shahidul Alamî nehatiye qebûlkirin. Alam ji 5ê Tebaxê û vir ve girtî ye.
Alamê Bangladeşî piştî bi televizyona Al Jazeerayê re hevpeyvîn kiribû li mala xwe ya Dhakayê hatibû desteserkirin û rastî îşkenceyê hatibû. Shahidul Alam bi “propagandaya li dijî hikûmetê” tê tohmetkirin.
11ê Îlonê Alam hatibû dadgehkirin û daxwaza serbesberdana wî ya bi kefaletê hatibû kirin. Lê li gorî xala 57ê ya Qanûna Teknolojiya Ragihandin û Zanyariyê ya Bangladeşê biryara berdewamiya girtîbûna wî hatibû dayîn. Alamî di dema dadgehkirinê de gotibû ku ji ber îşkenceyê tenduristiya wî nebaş bûye.
Heta niha ji bo Alamî di qada navnetewî de gelek çalakî hatibûn kirin. Desmond Tutu, Noam Chomsky, Arundhati Roy û hin navên din banga serbestiya alamî kiribûn.
Li New York, Sidney, Roma, Milan, Bombay û Dhakayê çalakî hatibûn kirin. Nûnerên Yekîtiya Nivîskarên Navnetewî (PEN), Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Rêxistina Efûyê (Amnesty International), Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan beşdarî li van çalakiyan kiribûn. Di van çalakiyan de hatibû xwestin ku kampanyaya reşkirinê ya saziyên fermî ya Bangladeşî li dijî Alamî dimeşînin bi dawî bibe û Alam serbest bê berdan.
Shahidul Alam kî ye?
Nûçegihanê fotoyan, bloger, kurator, çalakvanê mafê mirovan e. sala 1955ê li Dhakayê ji dayik bûye. Sala 1984ê li Zanîngeha Londonê doktoraya xwe ya li ser kîmyayê qedandiye û dest bi karê wênegirtinê kiriye. Heman salê vegeriyaye Dhakayê û fotografên têkoşîna demokrasiyê ya li dijî 1em Serokê Bangladeşê general Hussain Muhammad Ershadî dihate kirin, kişandiye. Sala 1989ê li Dhakayê Enstîtuya Wênegiriyê ya Asyaya Başûr ava kiriye. Enstîtu yek ji enstîtuyên herî girîng ên cîhanê tê qebûlkirin. Bûye endamê juriya Weqfa Fotografên Çapemeniyê ya Cîhanê (World Press Photo). Gelek xelatên wênegiriyê standiye. Yekem Asyayiyê ku xelata Wênegiriyê ya Dokumenteran a Mothet Jones a Navnetewî standiye. Wêneyên ku wî kişandine, di kovar û rojnameyên weke National Geographic, Time Magazine, Newsweek, The Guardian û Le Monde de hatine weşandin. Ji ber alîkariyên mirovî yên wî yên mirovî wê xelata 2018 Lucie Awardsê bistîne.