Fotograf: Medyaya civakî
Dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî duh (5ê Hezîrana 2020an) li mala xwe ya li Amedê di 87 saliya xwe de koça dawî kiriye.
Denbêjê Seyîdxan demeke dirêj e ku nexweş bû. Seyîdxanê Boyaxçî ango “Bilbilê Diyarbekirê” di heman rojê de li goristana Yenikoyê ya Amedê hatiye binaxkirin.
Dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî sala 1933an li gundê Lexerî yê Erxeniya Amedê jidayîk bûye.
Di du salîya wî de dêya wî û di 4 saliya wî de bavê wî miriye. Demeke dirêj li Sûra Amedê karê boyaxkirina pêlavan kiriye.
Her weha di heman salan de weke dengbêjekî li civatan stra ye. Paşê jî li Mala Dengbêjan a Amedê dengbêjiya xwe berdewam kiriye.
Yaş: Ew vîrtuoz bû
Lêkolîner û berhevkar Zeynep Yaşê ji bianetê re behra dengbêjiya Seyîdxanê Boyaxçiyî kir.
Yaşê got ku “Dengbêjiya dewra xwe bû. Yek jê ew bû. Ya din jî, di dema Şakiro û gelek dengbêjên din ku dihatin Diyarbekirê, wî xwe li wê çaxê dîtibû. Weke dengbêj zêdetir feyza xwe jî ji wan stendibû. Weke şagirtekî dengbêjên mezin ji wê şagirtiya wan dengbêjiya wî çêbûbû.
“Li devera Amedê, wek Mahmud Kizil, Salihê Beynatê, Husênê farê, Abdulhadî Arzuoglû, di nava wan de mezin bûbû. Hemû jî hostayên wî bûn. Wê jî dihişt ku Seyidxan ji aliye dengbêjiyê ve têr û tije bibe.
“Mirovekî pir xwezayî bû”
“Bi raya min, girîngiya herî mezin, stranên xwe bi henekî digot. Ne ku tiştekî zêde mezin digot û bi ser de vedikir. Lê pir mirovekî xwezayî bû, realist bû. Jiyana xwe bi xedarî derbas kiribû. Tesîreke wiha li jiyana wî bûbû. Ew tiştên bi serê wî de hatibûn, bêhtir hiştibû ku Seyidxan ber bi aliye dengbêjiyê ve here.
Gava behsa êş û janên xwe dikir bi esprîtuel, bi henekî digot, bi tinazî nêzîkî wa mesela dibû. Virtuoz bû. Bêxem digot. Xemekî wî ku ez bibim dengbêj tunebû.
Ji xwe re digot ez Bilbilê Amedê me. Bilbilê birîndar im. Zarokatiya wî gelekî xirab derbas bûbû. Bi sêwîtî, bi lêxistin. Trajediyeke ecêb bû jiyana wî. Lê wî bi rastî jî, bi dengbêjiya xwe jî henekê xwe bi jiyana xwe dikir.”
Muharrem Cebe: Xwedî şêwazeke cihê ye
Muharrem Cebeyê ku 6 salan li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serokê Beşa Çandê bû û piştî qeyûm tayîn kirin ser şaredariyê, ji kar hate avêtin, Seyîdxanê Boyaxçi bi van gotinan penase kir:
"Seyîdxanê Boyaxçî li Herema Amedê de tekane dengbêjê resen e. Xwedî şêwazeke cihê ye.
"Tevî ku wek bajariyek mezin bûye, ji kurdbûn û dengbêjiyê dûr neket. Klama Huso û nazê bêtir bi seyidxan tê naskirin
"Di mala dengbêjan de nêzî 30 dengbêjî hebûn, yê ji nav bajêr tenê ew bû. Her wiha yê stranên xwe bi kurmanciya resen, zelal, bêyî ku stranan xirab bike bêje tekane ew bû." (FD)