Fotograf: DAD
Ji bo Seyîd Riza û hevalên wî yên yên 83 sal bere hatine darvekirin, li Dêrsim, Enqere, Elezîz û Mêrsînê merasîmên bîranînê li dar ketine.
Li Dêrsimê merasim li Qada Seîd Rizayî pêk hatiye. Ji parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kurtulan, Kemal Bulbul, Zeynel Ozen, Tulay Hatimogullari, Alican Onlu, Turgut Oker, Serokê Baroya Dêrsimê Kemal Çetin, Şaredarê Dêrsimê Fatih Mehmet Maçoglû, nûnerên saziyên sivîl û welatî beşdarî bernameya bîranînê bûne.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Nurşat Yeşil, Hevseroka HDPya Dêrsimê daxuyaniya çapemeniyê xwendiye û gotiye ku ji bo aştî pêk were divê rûbirûyînek bi qetlîama 1937 û 1938ê de bibe: “Em li bendê ne ku bê qeyd û quyd lêborîn bê xwestin.”
“Bila gorên wan aşkere bibin”
Bernameyeke din a bîranînê jî li Enqereyê pêk hatiye. Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Enqereyê, Komeleya Dêrsimiyan a Enqereyê, Komeleya Wartoyê ya Enqereyê, Komîteya Muzexaneya Madimakê li avahiya DADê civiyane.
Ali Kenanoglû, Parlamenterê HDPyê yê Stenbolê û nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî bernameyê bûne. Ji bo Seyît Riza û hevalên wî çîra hatine pêxistin û Yaşar Kilavuz, Hevserokê Dersim-Derâ Enqereyê li ser navê beşdaran axiviye.
Kilavuzî wiha gotiye: “Bila cihên gorên Seyîd Riza û hevalên wî werin aşkerekirin. Bila komisyona Lêkolîn û Lêgerîna Heqîqetan were avakirin. Bila hemû hêlên qetlîama Dêrsimê werin derxistin, bila navên bi kurdî yên gundên me bi şûn de li wan bikin, aqûbeta kesên dane dê û bavên din û ya sirgunkiriyan were aşkerekirin, bêyî bineqînin bila arşîva dewletê were vekirin.”
Li Mêrsînê Komeleya Dêrsimiyan û li Elezîzê jî HDPyê bernameyek bîranînê pêk anîne. (RT/FD)