Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Unal Çevîkoz, Şêwirmendê namzetê serokomariyê yê Rêkeftina Miletparêz û Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglûyî bi kovara Politico re axiviye û behsa polîtîkayên xwe yên karûbarên derve kiriye ku dema bibin desthilatdar plan dikin pêk bînin.
Navenda Politicoyê li DYAyê ye.
Çevîkozî diyar kiriye ku dema ew bibin desthilatdar ew ê Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gel (HDP) Selahatîn Demîrtaşî û karsaz Osman Kavalayî, herduyûn ku digel biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li girtîgehan tên girtin, serbest bikin.
Politicoyê di nûçeya xwe de ji bo Demîrtaş û Kavalayî gotiye, “Navdartirîn mixalîfên ku Erdogan niha wan di girtîgehan de digire.”
Çevîkoz her weha Parlamenterê Stenbolê yê CHPyê ye. Wî de hevpeyvîna xwe de nîşan daye ku ew ê têkiliyên bi Yekîtiya Ewropa û NATOyê re asayî bikin û hikûmeteke nû ya Tirkiyeyê wê “navê lekekirî” yê Tirkiyeyê yê di mijara mafparêziyê de hewl bide paqij bike. Çevîkozî destnîşan kiriye ku ew ê di siyaseta navxweyî de jî pêvajoyeke asayîbûnê bidin destpêkirin. (NT/FD)