Ji bo nûçeya Îngîlîzî / Tirkî bitikîne
5 şêwirmendên parlementerên HDPê ji 11ê Mijdarê vir ve binçavkirî ne. Şêwirmendan 10 roj in binaçavkirî ne û hê jî îfadeyên wan nehatiye hildan.
Yek ji wan şêwirmendan Olcay Çelik e û ji roja hatiye binçavkirin heta niha di gireva birçîbûnê de ye. Çelik li Zanîngeha Bogaziçiyê xwendakarê doktorayê ye. Hevalên wî yên li zanîngehê xwestin ku ew serbest were berdan.
Parêzerê wî Kenan Maçoglu derbarê mijarê de ji bianetê re axivî û got ku dema desteserkirina wan şêwirmendan bi awayekî kêfî hatiye dirêjkirin. Ece Şimşek hevala Olcay Çelik e û ew jî şêwirmenda Figen Yuksekdag e bûyerên dema binçavkirina wan û geşedanên piştî wê yekê ji bianet’ê re vegot.
Şêwirmendên ku di 11ê Mijdarê de ji Enqere û Amedê hatibûn binçavkirin wiha ne:
*Olcay Çelik - Şêwirmendê Figen Yuksekdag
*Mûhammed Kaya – Şêwirmendê Parlementerê Amedê yê HDPê Ziya Pir
*Metin Kumek – Şêwirmendê Parlementerê Mêrdînê yê HDPê Mithat Sancar
*Zulkuf Kurt – Şêwirmendê Koma Partiyê
*Mûrat Dokdag – Parlementerê Wanê ya HDPê Nadir Yildirim
Hevalên wî yên li Bogaziçiyê bangewazî kirin
Olcay Çelik li Zanîngeha Bogaziçiyê di beşa Felsefeyê de perwerdehiya lîsansa bilind qedandiye û li ser Hegel û Spînozayê tez nivîsiye. Piştre di heman beşa zanîngehê de dest bi perwerdehiya doktoroya kir. Dema dest bi şêwirmendiya Figen Yuksekdag kir navber da perwerdehiya xwe.
Çelik her wiha di nav Akademisyenên Aştîxwaz de cih digre û wî jî danezana “Em hevparê vê sûcê nabin” îmze kiribû.
Hevalên Çelik yên ji Zanîngeha Bogaziçiyê bo wî peyam dan û wiha gotin:
“Ew keseke di wê baweriyê de ye ku hêza pênûsê ji ya çekan bi bandor e. Ew felsefenasekî hêja ye û berxwedana wî her tim ji bo avakirina aştiyê ye. Bila demildest Olcay Çelik serbest were berdan!”
“Olcay Çelik felsefezaneke rêzdar û hêja ye. Ez bawer nakim ku ew ji bilî avakirina aştiyê zêdetir derbarê tiştekê de bifikire û pêk bîne. Bila Olcay Çelik serbest were berdan!”
Parêzer: Cara yekem e ku dema binçavkirinê ev qas hate dirêjkirin
Parêzer Maçoglu got ku 3 rojên destpêkê ji xwe hevdîtina bi parêzeran re qedexe bû û pitî 3 rojan wan karine mukelîn xwe bibînin û wiha dewam kir:
“Li Enqereyê saloneke werzîşê heye ku TEM (polîsên terorê) bi awayekî demkî wir bi kar tînin. Ligel 5 şêwirmendan 50-60 kes li wir binçavkirî ne.
“Ji roja yekem vir ve Olcay Çelik di gireva birçîbûnê de ye. Di rojên destpêkê de dayîna ava bi şekir (şerbet) de pirsgirên derdixistin. Herî dawî min çend roj ewil wî dît. Moral û tenduristiya wî baş bû.
“Îfadeyên her 5 şêwirmendan jî hêj nehatine hildan. Di dosyeyê de biryara veşartinê heye. Lê qasê ku me jî ji medyayê bihistiye dosye derbarê bûyer û pevçûnên li meclis û komîsyonê ku dema rakirina parêzbendiyan rû da bû de hatiye vekirin. Mijara dosyeyê gelek beredaye. Ti hincet nîn e ku ew bêtin binçavkirin jî.
“Bi awayekî kêfî dema desteserkirina wan jî tê dirêjkirin. Beriya niha di nav 4-5 rojan de wan dema desteserkirinê diqedan. Lê îcar wisa nekirin.
“Em hewl didin ku demildest îfadeyên her 5 şêwirmendan jî were girtin û ew serbest werin berdan.”
Şimşek: Xwestin dengê hevserokên partiya me jî qut bikin
Ece Şimşek hevala Olcay Çelik e û ew jî şêwirmenda Figen Yuksekdag e bûyerên dema binçavkirina wan û geşedanên piştî wê yekê ji bianet’ê re vegot û wiha axivî:
“Di serdegirtina malê de hewl dan ku li nava televizyonê jî binêrin. Dest danîn ser telefonên me hemûyan.
“Ew şêwirmendên ku hatine binçavkirin di wezîfeyên krîtîk yên HDPê de dixebitîn. Olcay Çelik ji 7ê Hezîranê vir ve şêwirmendê Figen Yuksekdag e. Wî li Farqînê dema bombeyê gazê li Yuksekdag hat avêtin xwe kir mertal û nehişt bombe li serê wê bikeve. Dema serdegirtina malan û navenda HDPê de yê ku hat parlementeran parast dîsa Olcay bû. Her tim ji dil û can dixebitî. Ev yek ji xeynî hevgirtiya bo xebatê, ji ber helwesta wê ya şoreşgeriyê bû. Ew şêwirmendana ji xeynî şêwirmenbû, rêheval bûn.
“Şêwirmendeke Figen Yuksekdag bi KHKan ji kar hatibû avêtin. Em niha ji xeynî Olcay Çelik 2 şêwirmend mane. Piştî girtina parlementeran me weke şêwirmendan biryar dabû ku em bihêztir bixebitin û dengê xwe bilind bikin. Ew şêwirmendên binçavkirî ji ber van pilansaziyên me hatin girtin.
“Bi binçavkirina wan şêwirmendan herwiha xwestin ku dengê hevserokên partiya me jî qut bikin.”
(BK/YO)