Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rêvebirê Rêxistana HDPê ya Stenbolê û şêwirmendê çapemeniyê Suleyman Başer îro bi îdiya ‘endamê rêxistinê ye’ hat girtin.
Suleyman Başer ji 13ê Sibatê vir ve binçavkirîbû. Parêzerê wî Levent Pişkin got ku li qereqolê polîsan ji Başer pirsên derbarê çalakiyên demokratîk ku ew beşdar bûye de pirsîne û bi taybetî pirsa çalakiya ji bo şermezarkirina li Şaredariya Amedê tayînkirina qayûm bû.
Parêzer Pişkin wiha axivî:
Suleyman Başer di Avrêla 2016an de di rêveberiya HDPa Stenbolê de cih girt. Di îfadedayhînê de jî pirsa çalakiyên beriya wê demê kirin. Her wiha 2 kesên ku diibêjin îfadeyên wan bi îşkenceyê hatine hilanîn jî di dosyeyê de cih digre. Lêbelê her çiqas ku wan kesan îfadeyên xwe paş kişandibin jî dîsa bi awayekî bêhiqûqî xistine nav dosyeyê. Her çiqas ku di wan îfadeyan de derbarê Suleyman Başer de tiştek nayê gotin jî dîsa ew hate girtin.”
Heta niha ji rêveberiya Rêxistina HDPê ya Stenbolê 13 kes hatine girtin.
(ÇT/YO)