Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku li Kanadayê agir bi daristanan ketiye, duh (31ê Gulanê) li bajarê New Yorkê yê DYAyê mij û moran çêbûye.
Ji ber dûmana agirê derketiye, kalîteya hewayê li hin bajarên DYAyê ketiye û li New Jersey û hin deverên din “Alarma kalîteya hewayê ya pirteqalî” hatiye dayîn.
Ji ber germaya kurewî, “demsala şewata daristanan” li seranserê cîhanê, êdî hîn zûtir destpê dike.
Li gorî daneyên Global Forest Watch, platforma çavdêriya li daristanên cîhanê dike, li cîhanê, di navbera salên 2001 û 2021ê de, bi qasî 318 milyon hektarî daristan tune bûye. Beşeke mezin sedema vê rewşê jî şewat e.
Li cîhanê cihê sereke ku daristan lê tune bûye, Rûsya ye ku rêjeya li vir bi qasî 2 milyon û 51 hezar hektarî ye.
Piştî Rûsyayê li Kanadayê milyon û 27 hezar hezar hektar, li DYAyê 520 hezar hektar, li Brezîlyayê 453 hezar hektar û li Awistralyayê jî 298 hezar hektar daristan tune bûye.
Li gorî heman daneyan, demsala şewata daristanan li Tirkiyeyê di nîvê Hezîranê de destpê dike û 19 hefteyan didome. Erda Tirkiyeyê 78 milyon hektar e û di encama şewatê de nêzîkî 4 qatên Tirkiyeyê tune bûye. Li Tirkiyeyê jî bi qasî du qatên Tirkiyeyê tune bûye.
(TY/FD)