Di navbera navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê de duh êvarê(20ê Hezîranê) şewateke gelekî mezin derket. Her weha şewat hat kontrolkirin.
Şewata ku tevahiya şevê dewam kir û bi mudaxeleya welatiyan, AFAD, Midûriyeta Daristanan, ekîbên agirkujiyê, ekîbên tenduristiya lezgîna 112ê, ekîbên cendirmeyan ku ji Amed, Mêrdîn û bajarên derdor hatin sewqkirin û hat kontrolkirin. Xebatên sarkirinê heta saetên sibê domiya.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, herêma ku şewat pê ketiye bi dronê dîmenê wê herêmê hatiye girtin.
Şewat ji ber çirûskên têlên elektrîkê derketiye
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê duh bi şev ji ber çirûskên ji têlên ceyranê rijiyan li gundên navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê şewatek mezin derket. Şewatê ji gundê Tobiniyê yê Çinarê dest pê kir û li gundên Têznê, Hatdirînê, Reşan, Dêrê, Kelekê, Herberê û Bexcayê yên bi ser Şemrexê ve belav bûn û heta ber Bendava Goksuyê berdewam kir.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, di şewatê de 11 welatî mirine û 10 jê giran 44 kes jî birîndar bûne. Di şewatê de bi sedan ajal mirin û gelek jî birîndar bûn.
(TY/AY)