Omer Faruk Baran rojnameger e û edîtorê fanzîn-kovara Flashilatê ye. Di kitêbê de herweha wêneyên kêlîyên şevekê jî hatine weşandin ku nivîskarî ew şev wek “şeveke îstismar” bi nav kiriye.
Edîtorê kitêbê Abdullah Keskîn e û xwendina dawiyê Murat Bayramî kiriye.
Weşanxaneya Avestayê danasîna kitêbê bi van rêzikan kiriye:
“Kitêbek ji bo hûn bigrin destê xwe û bernedin, heta bi dawiyê bixwînin. Jixwe nivîsandina wê jî, heger we niyet kiribe ku bixwînin, weke xwendina wê ye; di şevekê de, hetta di çend saetên şevê de hatiye nivîsandin.
“Bixwînin û pişt re diyariyî hevalek xwe bikin.”
Parçeyeka romanê
“...ez dikim telefona te kim. Ins û cins, çi dibînim li vî bajarî hemî jin
in. Hemî jin in, herkes, hêvî dikim ku tu hîn mêr î, dikim te bibînim
û birevim ji vir. Hîn nehatime ser hişê xwe, ezê xeberê bi te dim.’’
(MB)
Çavkanî: Avesta