Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Jîneps, dengê gelê Çerkez di 8ê Adarê de hejmara taybet weşandiye.
Çapa taybet a bi navê 'Seteney (jina leheng, sembola destana Nartê), îsal jî weke sala par ji aliyê jinan ve hatiye amadekirin.
Jinepsê di manşetê de gotiye: "Jin pergaleke nû ya cîhanê dixwazin: Hema niha.”
Jînepsê bal kişandiye ser cudahiyan û gotiye, "Ne tenê ya jinan, mafê jiyanê yê zayendên cuda, nasname, reng, çand û temenan daxwaza me ye."
Di hejmara taybet a 8ê Adarê de jî Jinepsê bi jinan û nûnerên jin ên saziyan re axiviye. Ji welatê dayikê hevpeyvînên xwe pêşkêş kir.
Ji bo hejmara taybet Seteney ya Jînepsê û malperê bitikîne.
(HA/AY)