Şeş pirs ji bo girtiyê nexweş Mehmet Sait Yildirim ji Wezîr Gurlek hatin pirsîn
Mehmet Sait Yıldırım ê 75 salî di Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Bi Hejmar 1 a Kiriklar a Îzmîrê de tê girtin. Tevî ku cezayê Yildirim qedîyaye, 3 car in tehliyeya wî tê astengkirin ango taloqkirin. Yildirim herî dawî 24ê Tebaxê de krîza dil derbas kir. Parlamenterê Amedê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan(DEM Partî) Serhat Eren têkildarî rewşa Yildirim pirsiyarname pêşkeşî Serokatiya Parlamentoyê kir.
Girtiyê nexweş Mehmet Sait Yildirim krîza dil derbas kir
Eren xwest ku pêkanînên di hevdîtina Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê de û îdiaya hewldana kelepçekirina li nexweşxaneyê bên lêkolînkirin.
Eren diyar kir ku Yildirim ji ber nexweşiya dil berê jî biribûn nexweşxaneyê û da zanîn ku Yildirim piştî hevdîtina bi lijneyê re dema vedigere odeya xwe li wir krîza dil derbas dike. Ji ber vê yekê Eren xwest ku bila bê lêkolînkirin ka tiştên ku di hevdîtina lijneyê de qewimîne, ti peywendiyek wan bi krîzê re heye an tune ye.
Malbata Mehmet Sait Yildirim: Ger neyê berdan em ê dest bi gireva birçîbûnê bikin
Eren pirsî ku lijneyên navborî berdana girtiyan li gorî kîjan pîvanan taloq dikin û daxwaz kir ku bila were aşkerekirin ka rêziknameyeke Wezaretê heye ku pêşiya dirêjkirina fiilî ya demên infazê û astengkirina tehlîyekirinê ya bi hincetên kêfî ji aliyê van saziyan ve bigire an na.
Parlamenterên DEM Partiyê Eren di pêşniyara xwe de ev şeş pirsana rasterast ji Wezîrê Dadê Akin Gurlek pirsî:
-
- Tê îdiakirin ku di hevdîtina Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya di 24ê Tebaxa 2026an de Poşmanî li Yildirim hatiye ferzkirin û ev yek bûye sedem ku dilê Yildirim bisekine. Gelo derbarê vê îdiayê de lêkolîn hatiye dest pê kirin an na?”
- Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê weke dadgehan tevdigerin ku tehliyeyên girtiyan taloq dikin ango bi hêcetên kêfî asteng dikin. Gelo ji bo rê li vê yekê were girtin ti tedbîreke Wezareta we heye an na?
- Nexweşeke ku krîzeke dil a giran derbas kiriye, xetereye jiyanî nû li ser xwe avêtiye, ji mirinê filitiye û di beşa nexweşên giran ên koroner de tê dermankirin û tevî vê yekê tehliyeya wî 3 mehan tê taloqkirin. Li gor kîjan eqlî, wîjdanî û hêcetên hiqûqî ev yek hatiye kirin?
- Xwestine girtî bi ranzeya nivînê re kelepçe bikin. Ev hewldana bi awayekî aşkere li dijî qanûnên neteweyî, mafên nexweşan û Protokola Stenbolê nîne? Gelo derbarê personelê cendirmeyan yê ku ev ferman daye de wê lêpirsîneke îdarî bê vekirin an na?
- Girtî krîza dil derbas kiriye û ji bo ku qawişa girtiyan tune ye hatiye sewq kirin. Di vê navberê de wextek derbas bûye. Ma ev xetereyê li ser jiyana girtî zêdetir nake? Li nexweşxaneyên herêmê qawişên girtiyan kêm in û ji ber vê yekê derengmayîn çêdibe. Berpirsiyariya van derengmayînan di stuyê kê de ye?
- Rewşa tenduristiya heyî ya Mehmet Sait Yildirim, stentên ku xistine dilê wî û krîza giran a ku derbas kiriye nîşan dide ku ew nikare di şert û mercên girtîgehê de bi tenê jiyana xwe berdewam bike. Gelo ji bo wergirtina rapora Saziya Bijîşkiya Dadî(ATK) ya ji bo tehliyeyê ti hewldanek dê bê kirin?
Her biryareke taloqkirina tehliyekinê, mafê azadiya Mehmet Sait Yildirim binpê dike û tenduristiya wî têk dibe
(VC/AY)