Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî karkerên avakarên Balafirgeha 3. û karkerên Cargillê, karkerên Yeşil Holdîngê jî dest bi xwenîşandanan kiriye.
Li gor agahiyên destkeftî 600 kakerên holdîngê hebûne. 160 karkeran dest bi xwenîşandanê kirine. Karkerên dî jî ji Stenbolê vegeriyane bajarên xwe.
Biaxwîne - Karkeran li Balafirxaneya 3yem çalakiyek pêk anîye, cendermeyan mudaxele kiriye
Karkeran diyar kirin:
“Em di rewşeka gelek xerab de ne. Me pere li nav xwe bîş kir û hin hevalên xwe rêkirin bajarê wan. Em di rewşeka şepirze de ne me nexwest ew jî bi me re perîşan bibin.
"Konkardo"
Yeşil Holdingê ji dewletê daxwaza “konkardo”yê kiriye. Konkardo ew rewş e ku dewlet li şûne deynê li şirketan li ser hev bistîne, qist bi qist distîne.
Polîsan dora Yeşil Holdingê wek qeleyekê girtiye.
(HA/MB)