Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şeş karkerên ku şert û mercên karî yên li balafirxaneya sêyam protesto kiribûn û 18ê Îlona 2018ê hatibûn girtin, hatine berdan. Bi giştî 24 karker hatibûn girtin. 2yem Dadweriya Ceza û Silhê ya Gaziosmanpaşayê biryara berdanê daye.
Karkerên ku hatine berdan ev in: Selamî Sariboga, Bîrkan Topçû, Bîlal Topçû, Hasan Çetîn, Mehmet Celal Demîr û Mûsa Karakûş.
Çi bûbû?
Sendîkaya karkeran a bi navê Inşaat-Işê, 25ê Îlonê daye zanîn ku 400 karker beşdarî xwenîşandanê bûne. Hêzên ewlehiyê çar ji xwenîşanderan desteser kirine jimara desteserkiriyan bûye 33.
Bixwîne - Hêzên Ewlehiyê 3 karker desteser kirine
12 Îlonê servîsa karkeran qeza kiribû, 17 karker di qezayê de birîndar bûbûn. 14ê Îlonê karkeran dest bi xwenîşandanê kiribû. Hêzên ewlehiyê di heman rojê de 401 karker desteser kiribûn. 18ê Îlonê dadgeheka Stenbolê biryara girtina 24 karkeran dabû. (EMK/FD)