Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Qanûna ji bo qebûlkirina guherînên bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnan De ya 663yê li Rojnameya Fermî hatiye weşandin. Ew guherîn di heqê leşkeriya bibedel de ye.
Di pêşniyarnameya yekem de hatibû plankirin ku ew kesên ji beriya 31ê Kanûna Pêşiyê ya 1993yê hatîn dinê dê bikarin leşkeriya bibedel bikin. Meclîsê beşeka pêşniyarnameyê guhertiye. Li gor qanûnê ew kesên ji beriya 1ê Kanûna Paşiyê ya 1994ê hatîn dinê dê bikarin leşkeriya bi bedel bikin.
Bixwîne - Meclîsê pêşniyarnameya ji bo leşkeriya bibedel kiriye qanûn
Bedelê leşkeriyê dayina 15 hezar TL(Lîreyên Tirkan) û beşdariya 21 rojên perwerdeya leşkerî ye.
Ew kesên li derveyî Tirkiyeyê dijîn dê 2 hezar Euroyan bidin. Ji bo wan kesên li derveyî Tirkiyeyê yek ji şertan ew e ku divê ya kêm sê salan li derveyî Tirkiyeyê mabin.
Qaçax û firarî
Li Tirkiyeyê 585 hezar û 210 kes hatine emrê çûna leşkeriyê û neçûne cihê kontrola ji bo leşkeriyê. 5 hezar û 772 kesan ji leşkeriyê "firar" kirîne.
2 milyon û 930 kesan dema leşkeriya mecbûrî bi paş de daye. Milyonek û 885 hezar û 448 kes ji ber ku xwendekar in neçûne leşkeriyê.
*Li Tirkiyeyê her welatîyê(mêr) bûyî 20 salî mecbûr e di artêşa dewletê de bibe leşker. Ew kesên zanîngeh xwendîn 6 mehan leşkeriyê dikin. Ew kesên zanîngeh nexwendîn 12 mehan leşkeriyê dikin. Leşkeriya bibedel, ew şêweyê kirina leşkeriyê ye ku bedelek li şûna çûna leşkeriyê tê dayin.
(HK/MB)