Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li ser îdiaya ku Tirkiye û Artêşa Azad a Sûriyeyê(AAS) di operasyona Cerablûsê de bi Yekîneyên Parastina Gelî(YPG) û Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê(MLC) re li hev kirine, berdevkê serokkomariyê û serokwezîrî gotin ‘’ti behsa hevpeymanekê nîne.’’
Kalin: ev yek nayê qebûlkirin
Berdevkê serokkomariyê Îbrahîm Kalinî li ser mijarê got:
‘’Armanca sereke ya operasyonê parastina sînorî û paqijkirina ûnsûrên terorîst ên li wan deran e
‘’Carinan taybetî em ji rayedarên Amerîkayê dibihîsin û dibînin ku me û YPG-PYDya terorîst tînin rêza hev. Ev yek nayê qebûlkirin.
‘’Kêşeyên me bi PKKyê re hene, kêşeyên me bi rêxistineka terorî re ne. Ti behsên hevpeymaniyeka digel PYDyê nîne.’’
Yildirimê serokwezîr: Amerîkayê teahûd kiriye
Serokwezîrê Bînalî Yildirim got:
‘’PYD û YPG rêxistinên terorî ne ku dûvelangên PKKyê ne.
‘’Em li ser vê mijarê rijd in ku divê ev ûnsûr çawa hatine welê biçin rojhilatê Firatê.
‘’Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gelek caran teahûd daye welatê me.’’
(AS/MB)