Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney bi tundî rexne li pêkanînên Îsraîlê yên li Xezeyê kir û ragihand ku ew ê di meha Îlonê de di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de Filistînê bi fermî wekî dewletek nas bikin.
Carney di civîneke çapemeniyê de got, "Em plan dikin ku di 80emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de di meha Îlona 2025an de dewleta Filistînê nas bikin. Ev biryar li ser pabendbûna Desthilata Filistînê ya ji bo pêşengiya reformên ku demek dirêj li bendê bûn hatiye girtin."
Carney destnîşan kir ku bi deh hezaran Filistînî di encama êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kesên din jî bi birçîbûnê re rû bi rû ne û diyar kir ku Kanada hikûmeta Îsraîlê ji ber krîza mirovî ya li Xezeyê berpirsiyar dibîne”
Carney diyar kir ku ew bi salan e bi vîzyona çareseriya du dewletan ve girêdayî ne, lê pêvajoya aştiyê encamên hêvîkirî nedaye û nêzîkatiya heyî nayê domandin.
Li gorî Ajansa Anadoluyê (AA), Carney tekez kir ku gavên weke plana bicihbûnê, ku tê de îlhaqkirina Şerîaya Rojava jî heye, di parlementoya Îsraîlê, Knessetê de, zirarê didin hewldanên aştiyê û diyar kir ku rewşa mirovî li Xezeyê bi lez xirab dibe û Îsraîl rê li ber gihîştina alîkariyên bingehîn bo herêmê digire.
Aştiya mayînde a ji bo Îsraîlê tenê bi naskirina dewletek Filistînî ya domdar û aram mimkun e. Di heman demê de, mafê Îsraîlê yê ewlehiyê jî pir girîng e.
Carney ragihand ku Kanada dê 30 milyon dolar alîkariya mirovî bide gelê Filistînê û 10 milyon dolar jî piştgiriyê bide ji bo aramiya Şerîaya Rojava.
(EMK/AY)
