Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Marîo Draghî, Serokwezîrê Îtalyayê gotiye, Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî ye AKPê dîktator e.
Marîo Draghî,Serokwezîrê Îtalyayê li Romayê di civîneke çapemeniyê de li ser krîza protokolê ya dema serdana Seroka Komisyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen bo Enqereyê axiviye. Draghi ji ber krîza protokolê Tirkiyê sûcdar kiriye û Erdogan jî wek “dîktator” binav kiriye.
Li gorî nûçeya BBC Tirkiyê Draghî weha gotiye:
“Ez tevgera Erdogan a li hember Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Von der Leyen bi tundî napejirînim. Ez difikirim ku ev ne tevgerek rast e. Ez ji ber biçûkxistina ku von der Leyenê rûbirû maye xemgîn im. Çi dibe bila bibe bi van kesan re divê hûn bi wan re hevkariyê bikin, divê em nav lê deynin jê re bibêjin dîktator. Divê em di warê fikir, tevger, nêrin û vîzyona civakê de cudahiyên xwe diyar bikin, lê ji bo berjewendiyê welatê me divê em ji hevkariyê re jî amade bin.”
Çavûşoglû: Serokwezîrê tayînkirî
Piştî Draghî gotiye Erdogan “dîktator” e Wezareta Karên Derveyî bangî Gaîanî, Balyozê Enqereyê yê Îtalyayê kiriye.
Mevlût Çavûşoglû, Wezîrê Karên Derve li ser hesabê xwe yê Twîtterê weha gotiye:
"Em bi tundî şermezar dikin û li wî vedigerînin gotina wî ya populîst a neqebûlkirî ya Draghî, Serokwezîrê tayînkirî yê Îtalyayê."