Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serokwezîrê Iraqê, Haydar el Îbadîyî, gotiye ‘’ez li kiriyarên Tirkiyeyên yên li hemberî Iraqê baş nanêrim ku Tirkiye bi taybetî rûdanan zehmet dike.’’
Li gor nûçeya Almasallahê el Îbadî digel hêzên biyanî kom bûye.
Di kombûnê de el Îbadîyî gotiye ‘’em li ser mijara îxlal-kirina serbixwetiya Iraqê Tirkiyeyê hişyar dikin.’’
Serokkomar, Recep Tayyîp Erdoganî duhî gotibû, ‘’ Em ne berpirsiyarên encama operasyonekê ne ku Tirkiye ne tê de be, qusûrê efû bikin. Em ê di operasyonê de bin û li ser maseyî jî bin. ‘’
El Îbadîyî gotiye:
‘’Erdogan pirsgirêkên xwe yên navxweyî wek polîtîkaya Sedamî dibe derve. Me bi awayekê fermî, destûr neda Tirkiyeyê ku li Iraqê be.
‘’Erdogan dibêje Kurdên li Iraqê têne asîmîlekirin(bişaftin). Erê we mafên leşkerî û siyasî yên kurdên Tirkiyeyê dane wan?’’(AS/MB)