Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Boris Johnson, Serokwezîrê Ingilîztanê ji ber vîrusa Covîd-19ê li nexweşxaneyê di beşa nexweşiyên giran de bû. Hatiye eşkere kirin, Johnson li wê unîteyê derketiye.
Li gor nûçeya BBCyê derbarê rewşa Johnsonî de Serokwezîriyê daxuyanî daye û gotiye, qonaxa zehmet li nexweşxaneyê derbas kiriye û ji beşa nexweşiyên giran hatiye derxistin û rewşa tendirustiya wî ber bi başbûnê ve diçe.
Johnson 55 saliye û piştî encama testa wî pozitîv derketibû, bi maweya 10 rojan herareta laşê wî zêde bû danediket xwarê. Ji ber vê rewşê ew di roja yekşema 5ê Nîsanê rakiribûn nexweşxaneya St. Thomasa Londonê.
Her weha Johnsonî di duşema 6ê Nîsanê de girtibûn beşa nexweşiyên giran.
Boris Johnson, Serokwezîrê Brîtanyayê, li nexweşxaneya St. Thomasê dê li jêr çavdêriya doktoran de bimîne heta ku korona li gel nemîne.
Li Brîtanyayê, heta niha zêdetirî 60 hezar kes bi vîrusa koronaya nû (COVID-19) ketine û nêzikî 8 hezar kes jî ji ber wê vîrusê mirine. (EKN/AY/FD)