Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hollandayê destûr neda balafira wezîrê karên derve, Mevût Çavûşoglûyî û wezîra malbat û polîtîkayên civakî, Fatma Betûl Sayan ji sînorên welatî derêxist. Li ser van bûyeran Tirkiyeyê xwest Hollanda jê lêborînê bixwaze.
Li gor nûçeya BBC Turkçeyê, serokwezîrê Hollandayê, Mark Rutteyî eşkere kir ku Hollanda dixwaze têkiliyên digel Tirkiyeyê nerm bibin lê ew ê lêborînê nexwaze.
“Em nahêlin [Tirkiye] şantajê li me bike”
Rutteyî eşkere kir ku parêzbendiya dîplomatîk ya Fatma Betûl Sayanê nîne û heqê Hollandayê heye ku wê dersînor bike.
“Hikûmeta Tirkiyeyê eşkere kiriye ku ew ê me mecbûrî hin karan bike, em nahêlin ew şantajê li me bike.”
Çi bûbû?
Di 6ê Adarê de wezîrê dadê Bakir Bozdagî xwestibû biçe Almanyayê û li wê derê beşdarî civînekê bibe lê civîn hatibû astengkirin.
Li ser vê yekê serokkomarê Recep Tayyîp Erdoganî eşkere gotibû:
"Min digot qey Nazîzm li Almanyayê nemaye lê welê diyar e hê heye."
Piştî sîyasetmedarên Alman xwe li ser vê yekê nerazî kir, serokwezîra Almanyayê Merkelê got:
"Divê Tirkiye demildest dest ji vê şibandina me û Nazîyan berde."
Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî, Fatma Betûl Sayan Kaya piştî ku ji Hollandayê bi zorê ji bo Almanyayê hat birin îro bi balafirê Ji bajarê Kolnê yê Almanyayê hat Stenbolê.
Wezareta Karên Derve: Bila balyozê Hollandayê demekê venegere
Wezareta Karên Derve bi daxuyanîyekê diyar kir:
“Em ji bo demekê naxwazin balyozê Hollandayê yê hê jî bi destûrê li derveyî welatî ye vegere.”
“Em vê hişmendiya dijminane şermezar dikin.”
Alaya Tirkan li Balyozxaneya Hollandayê hat hildan
Xwenîşanderekî/ê alaya Tirkiyeyê bi stûna layan a Balyozxaneya Hollandayê ve kir.
Li gor nûçeya BirGûnê kesekê Tekbîr daye û alaya Hollandayê aniye xwarê li şûna wê ya Tirkiyeyê hildaye.
(NV/MB)