Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokwezîrê nû yê Ermenistanê, Nikol Paşinyan Euractiv li ser têkliyên Tirkiye û Ermenistanê ji bo malpereka nûçeyan axiviye.
Li ser pirsa gelo ti nîşanên başbûna têkiliyên Tirkiye û Ermnistanê hene an na? Serokwezîrî gotiye:
"Gelo em behsa kêşeyên binpêkirina mafên mirovan jî bikin"
"Heke Tirkiye xwe wek dewleteka demokratîk bibîne divê ew li biserkeftina demokratîk ya cîranê xwe germ be. Divê dest bi dîyalogê bike."
Serokwezîrî diyar kir ku Tirkiye tevgerên xwe yên li hemberê Ermenistanê naguhere û ev yek wan dixe di fikarê de.
"Em piştrast dikin ku em bêşet û merc amade ne ku têkiliyên dîplomatîk (bi Tirkiyeyê re) danin. Heke Tirkiye israr bike ku divê pêşiyê kêşeya Qerebaxê bê çareserkirin. Hingê gelo em li Tirkiyeyê li binpêkirina mafên mirovan û kêşeya Qibrisê jî binêrin?
(PT/MB)