Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Tirkiye ji 17ê Nîsanê û vir ve li nav sînorên Herêma Kurdistanê bi piştgiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Zap, Avaşîn û Metînayê operasyoneke leşkerî pêk tîne. Bertekên li dijî vê operasyonê berdewam dikin. Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malîkî derbarê vê operasyonê de li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşandiye û gotiye: "Tirkiye bi ti şêweyî cidahiyê naxe nava kurdan. Divê kurd jî vê fam bikin."
— Nouri Al-Maliki (@nourialmalikiiq) April 26, 2022
Kaosa siyasî ya li Iraqê sedem e
Malîkiyî her weha gotiye ku sedema êrîşên dagirkirinê yên dewleta tirkan, kaosa siyasî ya li Iraqê ye: "Tirkiye sûdê ji bêaramiya ku em di siyasetê de dijîn digire û êrîşî xaka Iraqê dike."
Piştî hilbijartina Parlamontoya Iraqê di 10ê Çiriya Pêşiyê ya 2021ê de ji bo rêveberiya nû ya welêt bihata diyarkirin, li gorî Destûra Bingehîn, diviyabû parlamentoyê Serokomarê nû hilbijarta. Paşê Serokomar wê wezîfe bida partiya di hilbijartinan de bûbû yekem da ku hikûmetê ava bike.
Ne ku di Destûra Bingehîn de hatiye nivîsîn, lê piştî li Iraqê sîstema nû ya rêveberiyê hate avakirin, Serokomarî bûye para kurdan, Serokwezîrî ya şîeyan û Serokatiya Parlamentoyê jî ya suneyan. Di nava kurdan de, Rêveberiya Herêma Kurdistanê bûbû para PDKyê û Serokomarî jî ya YNKyê. Diviyabû ku di 30ê Adara 2022yan de hilbijartina Serokomariyê pêk bihata. Lê ji ber ku Tevgera Sadrî ya di hilbijartina parlamentoyê de bûbû partiya yekem, Xoşyar Zebariyê PDKyê weke namzetê Serokomariyê nîşan da, beşeke mezin a parlamentoyê ev rewş protesto kir û beşdarî civînê nebû. Ji ber wê jî pêvajoya hilbijartina Serokomariyê xetimî. Dadgeha Bilind endamtiya Zebariyî betal kir lê dîsa rewş neguherî. Di encamê de Iraq, ev 6 meh in bi Serokomar û Serokwezîrekî ji nû ve nehatine hilbijartin bi erkeke demkî tê rêvebirin.
Rêveberiya herêmê kêm dimîne
Malîkî diyar kiriye ku li dijî êrîşan Rêveberiya Herêma Kurdistanê kêm dimîne û hêzên rêveberiya herêmê nikarin li ber dewleta tirkan bisekinin. Malîkiyî her weha partiyên kurdan ên herêmê jî rexne kiriye û gotiye ku "Pirsgirêkên di navbera wan de şexsî ne. Ne pirsgirêkên polîtîk û netewî ne." (AEK/FD)