Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokwezîr Binali Yildirim di weşana hevbeş a NTV-Televizyona Starê de got ku Operasyona Mertalê Firatê qediya. Di daxuyaniyên Yildirim de mijara Rewşa Awarte jî hebû ku MGKê derbarê wê de biryara pêşniyarê wernegirtibû.
Serokwezîr Yildirim li ser pirsa Oguz Haksever pêşkêşvanê programê a ku daxuyaniya piştî civîna MGKê ya ku digot “Operasyona Mertalê Firatê serkeftî bû” bibîr xistibû û gotibû dibe ku operasyon berfirehtir bibe an na, wiha axivî:
“Me di çarçoveya Mertalê Firatê de qadeke ji 2 hezar û 15 kîlometre kareyî pêk dihat xist bin ewlekariyê. Bi girtina El Babê re me ew der xist bin ewlekariyê. Artêşa Sûriyê ya Azad li wir bi cî bû. Sûriyeyiyên ji Tirkiyê çûn li wir bicî bûn, jiyan êdî asayî ye.
“Ji niha û pê de çi ji DAIŞê ji jî bi awayekî din tiştekî ku ewlekariya me têxe xetereyê, em tiştekî din bikin, ev tevgereke nû ye. Yanî Operasyona Mertalê Firatê Qediya ye, ji niha û pê de heke ku hewce bike, tevgereke ku çêbibe wê bi navekî din be.”
Reqqa û PYD
Pirsa din a derbarê Sûriyê de operasyona Reqqayê ye. Yildirim got ku derbarê operasyonê de ti bersiv ji bo wan nehatiye dayin:
“Gelek gotin li ortê diçin û tên, PYD, YPG, HSD û çekdarên DYA yên li qadê bi hev re kar dikin. Li hêlekê ev pêşketin hene, li hêla din jî bi me re hevdîtinan dikin. Ya rastî heta niha di bersiv ji bo me nehatiye dayin. Heta niha ji me re ne gotine ku wê di operasyona Reqqayê de çawa tevbigerin, bi YPG, PYD, HSDê re bin an jî bi Tirkiyê û Artêşa Sûriyê ya Azad re bin. Lê tiştên ku diqewimin wiha xuya dike ku weke di rêya rêveberiya berê de dimeşin.”
Li ser pirsa derbarê çekdayîna ji bo PYD û YPGê Yildirim got, “Karkirina bi rêxistineke terorê re li DYAyê nake. Ji ber ku hevalbendê Tirkiyê ye jî lê nake.”
Beriya civîna MGKê çavlirê bû ku mijara dirêjkirina Rewşa Awarte jî di civînê de weke nîqaşkirin. Li ser pirsa derbarê wê de Yildirim got ku ‘di rojevê de tune bû’:
“Rewşa Awarte ji xwe heta 19ê Nîsanê di meriyetê de ye. Heke ku bê dirêjkirin dikarin beriya 19ê Nîsanê jî biryarê bistînin, di heman demê de bişînin parlamentoyê û parlamento çi hewce dike wê bike. Heke ku neyê dirêjkirin jixwe pirsgirîk nîne. Wê li wir bicivin û li ser biaxivin. Lewre ti leza wê nîne ku niha bikeve rojevê.”
(HK/FD)